Li Amedê Qedexeya li ser 45 Gundan hat rakirin

Li Amedê Qedexeya li ser 45 Gundan hat rakirin

WAAR-Duhok:

Li Amedê Qedexeya li ser 45 Gundan hat rakirin. Walîtîya Amedê bi daxuyanîyek nivîskîde ragihand ev qedexeya li Lice, Henê, Qaraz u Pîranê li 45 Gundan saet 11.00ê hat rakirin. Li van deveran legerîn berdewamdike.

Peyamnêrê WAAR Nail Kadırhan diyarkir ku Parezgehîya Muşê ragihand ku 7 gund û taxan operasyonên li hemberî endamêen PKKê destpê kirîye û heta dawîya Operasyonan li wan herêman Qedexe hatîya ragihandin. Herwiha Serokerkanîya Tirkîye jî daxuyanîyeke de dîyarkir ku ji 25ê Gulanê heya 1ê Hezîranê teybet li devera Colemerg, Şirnex, Sert, Amed, Elih, Dersîme Operasyonên leşkerî tên pekanîn. Di daxuyanîye de hat eşkerekirin ku di wê hefteye de 23 Fermander, Efser, Pilebilind û Serbazan jîyana xwe ji dest dane û 11 jî birîndar bûne. Di perasyonan de 92 endamên PKKê jî hatine kuştin. Li legerînan de Gelek kel û pelên wan jî hatine dîtin û ji navbirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday