Lavrov: Bexdadî çêkirîyê Amerîkayê bû

Lavrov: Bexdadî çêkirîyê Amerîkayê bû

WAAR_Duhok:

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê kuştina Ebubekir el-Bexdadiyê Serokê DEAŞê da got: “Bexdadî çêkirîyê Amerîkayê bû.”

Lavrov daxuyanî da kanala “Rossiya 24” û der barê kuştina Ebubekir el-Bexdadiyê Serokê DEAŞê da hin nirxandin kirin.

“Bexdadî çêkirîyê Amerîkayê bû. Wezareta Parastina me der barê Bexdadî da daxuyaniyek da. Em der barê vê mijarê da hê zêdetir agahiyan dixwazin. Artêşa me niha li ser belge û nîşaneyên nû dixebite. Artêşa me hê gelek gotin û daxuyaniyên Amerîkayê yên der barê kuştina Bexdadî da teyîd nekirine. Lavrov behsa dagirkirina Amerîkayê ya 2003an li Iraqê kir û wiha dewam kir: “DEAŞ piştî dagirkirina Amerîkayê derket holê. Amerîkayê wê çaxê gelek mehkûmên li girtîgehan bûn berdan. DEAŞ piştî van geşedanan belav bû. Yanî Amerîkayê ewil bona avakirina wan bû wesîle û piştra jî ji holê rakirin. Eger bi rastî ji holê rakiribe.”

Babetên bi vê mijarêve girêday