Kerkûk.. 38 kes di peqînên şivêdî da bûyne qurbanî

Kerkûk.. 38 kes di peqînên şivêdî da bûyne qurbanî

WAAR-Duhok:

Zincîreyeka peqînan şivêdî li navenda bajarê Kerkûkê rûdan û bi wê egerê bîst û neh kes hatin kuştin û birîndar kirin, wezareta saxlemîya Îraqê jî amaje bi hebûna 38 qurbanîyan kirîye.
Şivêdî zincîreka peqînan ku bi rêya bombên danay û trumbêlên TNT kirî hatîne kirin, li navenda bajarê Kerkûkê rûdan, li gorî amarên destipêkî, 3 kesan giyanê xwe ji destda û 26 jî birîndar bûn, lê wezareta saxlemîya Îraqê behsa giyan ji destdana 3 kesan û 35 birîndaran kirîye.
Hejar Reşîd peyamnêrê WAAR li Kerkûkê diyarkir, peqîn li cadeya bi navê Qudis û ser rêya Bexda li navenda bajarî bûyne û zaro û hêzên êmnahyê jî di nav qurbanîyan dane.
Hevdemî wan peqînan, hêzên êmnahyê ragehandîne, wan 2 trumbêlên TNT kirî jî jinavbirîne.
Piştî peqînan hêzên êmnahyê rêkarên tund girtin ber û ji xelkî xwastin cihên bi qerebalx dûr bikevin.

Babetên bi vê mijarêve girêday