KCK: Ji bilî vekişandina dagirkeran divê tiştekî din neyê qebûlkirin

KCK: Ji bilî vekişandina dagirkeran divê tiştekî din neyê qebûlkirin

WAAR_Duhok:

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCKê ragihand, “Divê agirbest ne bi rewakirina dagirkeriyê, bi vekişandina hêzên dagirker encam bibe.”

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê rêkevtina Amerîka û Tirkiyê ya bo agirbesta li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragehand: Piştî faşîzma Tirkîyê di sîyasetên qirkirina gelê Kurd da bi rêya El Nusra û DAÎŞê sernekeftî, ew bi xwe bi supayê xwe hat, lê berxwedana gelê Kurd ya hemû hêz û alî û parçeyên Kurdistanê, hemû gel û welat û hêzên sîyasî yên dinyayê jî anîn bereyê Kurdan, bi awayekî ku çi tevgerên berxwedanê di 100 salên bûrî da hind piştevanî bidest nexistîye û Tirkîyê jî bi dirêjîya dîrokê bi vî awayî rastî goşegîrîyê nebûye ku bû sedem pîlana Erdogan û Trumpî şkestin xwar.
KCKê herwesa got: Pêdivîye agirbest nebe sedema cihgîrkirina dagîrkarîyê, belku bibe fakterê derkeftina hêza dagîrker, ji ber ku berxwedêr û hêz û gelên piştevan yên cîhanî, ji blî xwevekêşana hêza dagîrker, çi hilbijardeyên din qebûl naken.
Koma Civakên Kurdistanê amaje jî da; Ji bilî benda agirbestê, hemî bendên din yên rêkkeftinê mijewî û neşer’î ne ji alîyê sîyasî û exlaqî ve û Tirkîyê piştî wê jî êrişên xwe nerawestandîne, lewra eve nîşane ku agirbest tenê ji bo rizgarkirina Erdogan û Trump e û tenê dê wê demê hêt qebûlkirin, dema bibe derfet bo xwevekêşana hêzên Tirkîyê.

Babetên bi vê mijarêve girêday