Jibo regirî li azadkirina Demîrtaş bê kirin li zîndanê de dîsa biryara girtina wî hat dayîn

Jibo regirî li azadkirina Demîrtaş bê kirin li zîndanê de dîsa biryara girtina wî hat dayîn

WAAR_Amed:

Piştî doza hevserokê berê ye HDPê Silhedîn Demîrtaş ya li dadgeha mafe mirovan ya Ewropa, li ser daxwaza serdozgerîya Enqere ji dozeka berê ya sala 2015an Demîrtaş û hevseroka HDPê ya berê Fîgen Yûksekdag dîsa hatin darizandin. Dadgeha sizayê sulhê ya Enqere rûniştinek pêkanî û Demîrtaş û Yuksekdag bi rêya vîdyo konferanse beşdarî doze kirin. Dadgehe piştî bergirîya Demîrtaş û Yuksekdagê da.
Ev biryar ji alîye parezerên Demîrtaş ve tundî hat şermezarkirin û gotin li gor biryarên dadgeha bingehî ya Tirkîyê dê tu kes ji tawaneke 2 caran nayên darizandin. Evjî tê wê wateyê yasa li hemberî Kurdan nayên revêbirin. Teybet mane hevîya doza li dadgeha mafê mirovan ya Ewropa.”
Demîrtaş jî li ser malperê xwe ye Twîtterê wiha got:
”Dê ji we re reforma edalet û darizê. Ez u Fîgen xan eve 3 sale ji ve gomane tên darizandin. Îro dîsa di ve çarçovede em hatin darizandin û biryara zîndankirina me hat dayîn. Edalet nîne, yasa nîne, dadwer nîne. Em başin aramîya me başe em bi heqqin, be sucin û xurtin. Ji hemî kesê re em silawe û evîna xwe redikin.”
Demîrtaş û Yuksekdag, ji ber bûyerên demê şerê Kobaniyê ku di 6-7ê Cotmeha 2014an de pêk hatin hatine tawanbarkirin.
Demîrtaş ji ve dosyeya dihat darizandin hatibû berdan, belê ji heman dosyeyê careke din hat girtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday