Ji Wezareta Iraqê qedexeya têlefonên destan ên teknolojîk

Ji Wezareta Iraqê qedexeya têlefonên destan ên teknolojîk

WAAR_Duhok:

Wezareta Îmar, Îskan û Şareadriyê ya Iraqê ji bo pêşî li dizîn û derxistina belgeyên girîng bibire qedexeya têlefonên destan da ser xebatkarên wezaretê.

Bengîn Rekaniyê Wezîrê Îmar, Îskan û Şaredariyê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku di lêkolînên li ser yekeyên wezaretê yên ji bo teqîbata kar da tesbît kirin ku xebatkarên wezaretê têlefonan demeke dirêj bi kar tînin.

Rekanî bal kişand ku rîska dizîn û derxistina ewraqên fermî yên wezaretê zêde ye û wiha pê da çû: “Ji 1ê tebaxê pê va ji bo xebatkaran bikaranîna têlefonên desta hat qedexekirin. Biryar hat dayîn ku di dewsa van têlefonên teknolojîk da têlefonên bi tenê pê tên axaftin ên destan werin bikaranîn.”

Rekaniyê Wezîr got ew ê der heqê kesên guh nadin qedexeyê da karûbarên fermî bidin destpêkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday