Ji sedî 15 Kobanê maye di destê Daişê da

Ji sedî 15 Kobanê maye di destê Daişê da

 

Waar –Duhok:

Pêşveçûna şervanan û hêzên pêşmerge li Kobanê berdewame û fermandeyekî pêşmerge dibêje: bitenê 15% ji Kobanê maye di destê Daişê da.

Ragir Şewket Mizûrî fermandeyê hêzên pêşmerge li Kobanê di daxuyanîyekê da bo malpera fermî ya partî ragehandîye, pêşveçûna hêzên pêşmerge berdewame û doh pênç gerek li rojhilat û başurê Kobanê hatine rizgarkirin.

Ragir Şewket amaje kir, niha bitenê beşekî kêm ji Kobanê maye di destê terorîstên Daişê da û 85% ji wî bajêrî hatîye azadkirin û bitenê 15% maye di destê Daişê da demekî nêzîk ew jî dê were azadkirin.

Wî fermandeyê pêşmerge aşkere kir jî, li şerên vê dawîyê hijmareka zor ya terorîstên Daişê li Kobanê hatine kuştin û niha 25 termên terorîstên Daişê di destê hêzên pêşmerge dane.

Babetên bi vê mijarêve girêday