Ji sedema bombebarana Tirkiyê 3 pêşmerge birîndar bûn

WAAR_Duhok:

Îro Çarşemî 5ê Hezîranê di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de, 3 pêşmergeyan li sînorê bajarokê Sîdekanê birîndar bûn ku birîna yek ji wan dijwar e.

Li gor agahiyan, firokeyên cengî yên Tirkiyê serê sibeha îro binke û baregehên PKKê li Geliyê Şêxzade ya gundê Mêrgereş li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin,di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de, 3 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ku nêzîkî cihê bombebaranê bûne, birîndar bûne, du ji wan hemwelatîyan birayên hevin û kesê sêyem jî pismamê wane û birîna yekî ji wan binavê Xoşewî Mîkaîl girane û piyekî xwe ji dest daye. Herwiha birîndar li nexweşxaneya Soranê dihêne dermankirin.

Herwiha ew her 3ê hemwelatî di heman demê da Pêşmerge yên yeke ya 80 ne, çûbûn agir vemirînin, ew agirê ji encama burdûmana firokeyan ber bibû deverê, lê careka din firoke yên Tirkiyê vegerîyan û ew dever burdûman kirin û ew sê Pêşmerge birîndar bûne.

Babetên bi vê mijarêve girêday