Ji bona debarê di çêkirina îsotan da dixebitin

Ji bona debarê di çêkirina îsotan da dixebitin

WAAR_Duhok:

Li Rihayê jinên ku di çêkirina îsotan da dixebitin her çiqas ji ber tûjiya îsotan destê wan bişewite jî ji bona debarê dixebitin.

Li Taxa Sirrinê ya navçeya Xelîliyeyê jinên di çêkirina îsotan da dixebitin bi destê sibehê dest bi kar dikin û îsotên bi destan hûr dikin li makîneyê dixin û ji bona hişk bibin li ber tavê radixin.

Jinên di çêkirina îsotan da dixebitin sibehê di saet 06.00an da dest bi kar dikin û heta saet 19.00an dixebitin û li gor îsotên paqij dikin pere distînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday