Jêderên pêşmerge: piranîya terorîstên Daişê li Şingalê Telaferî ne

Jêderên pêşmerge: piranîya terorîstên Daişê li Şingalê Telaferî ne

 

Waar –Duhok:

Hêzên pêşmerge du kîlometrên din li senterê Şingalê pêşrewî kir, jêderên pêşmerge jî ragehand; bêtirîya terorîstên Daişê yên li Şingalê da xelkê Teleferin.

Hinartîyê War li Şingalê dîyar kir, pêşrewîyên pêşmerge berdewamin, herwesa frokeyên hevpeymanan jî li nav Şingalê çend bingehên wan doh bombebaran kirin, amaje kir niha bêtirîya cihên stratîjîk li Şingalê di destê hêzên pêşmerge daye.

Hinartîyê War tekez kir, di şerê doh yê hêzên pêşmerge di gel terorîstan çi şehîd nebûne û got: “li dûv wan zanyarîyên taybetên pêşmerge wergirtinn,bêtirîya Daişên li Şingalê xelkê Teleferin ku ji Tirkman, Ereb û Kurdan pêk tên”.

Ji alîyê xweve Emîd Cemîl Salih Alîxan ji fermandeyîya Duhokê ya pêşmerge li Şingalê bo War got: “pêşmerge du kîlometrên din pêşrewî kirine, çi nemaye dê caddeya baregayê liqa 17 ya partî dê were rizgarkirin, amaje kir ku ew di amade başîyê dane bo hindê ferman bi wan bê daku pêşrewîyê bikin ku bi temamî Şingal bê rizgarkirin”.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday