Îtalya 280 şîretkarên xwe bo perwerdekirina pêşmerge dişîne herêma Kurdistanê

Îtalya 280 şîretkarên xwe bo perwerdekirina pêşmerge dişîne herêma Kurdistanê

Waar –Duhok:

Di kongreyeka rojnamevaniya hevbeşda serok wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Îtalya li Hewlêrê ragîhand ku dê 280 şîretkarên serbazî bişînin herêma Kurdistanê.

Wezîrê derve yê Îtalya Pawlo Cêntîlonî behsa serkeftinên hêzên pêşmerge li Şingalê kir û bi girîng wesif kir û aşkere kir ku wan biryar daye 280 şîretkarên Îtalya bo perwerdekirina pêşmege li ser çekên Îtalya yê dê bişînin herêma Kurdistanê ku heta niha 35 şîretkar hatine herêma Kurdistanê.

Di berdewamîya daxîyanîyêda Cêntîlonî dîyar jî kir ku berîya niha 23 frokên Îtalya li ser daxwaz û bi rêka Bexda hatine herêma Kurdistanê.

Ji alîyê xwe ve serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasîya hikûmeta Îtalya kir bo alîkarî û hevkarîyên hatine hinartin bo herêma Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday