Îro Ebadî dê were Hewlêrê

Îro Ebadî dê were Hewlêrê

 

Waar –Duhok:

Biryare îro, serok wezîrên Îraqê, serdana herêma Kurdistanê bike û di gel serokê herêmê û serokwezîrên herêma Kurdistanê, kombibe.

Li dûv zanyarîyên War, Heyder Ebadî, serok wezîrên Îraqê, bi hevalînîya şandek bilind ya hikûmeta Bexda, saet 4 êvarîya îro, bi rêya frokxaneya navdewletîya Hewlêrê, dê bighêje herêma Kurdistanê, û ji alîyê (Nêçîrvan Barzanî) serok wezîrên herêmê ve, dê were pêşwazîkirin.

Paşê li saet pêncê êvarî, ji alîyê (Mesûd Barzanî) serokê herêma Kurdistanê ve, dê were pêşwazîkirin.

Ev yekem seredana fermî ya Ebadî ye bo herêma Kurdistanê, ku hevdemî serkevtinên operasyonên hêzên pêşmerge li li çeperên Şingal û Zummar û Rebîe.

Pêştir Heyder Ebadî, bi merema lêpirsînê li saxlemîya (Mam Celal) serok komarê berê yê Îraqê, serdana Silêmanîyê dabû.

Babetên bi vê mijarêve girêday