Îran daxwaza çareyên sîyasî bo rewşa Yemenê dike

Îran daxwaza çareyên sîyasî bo rewşa Yemenê dike

 

Waar –Duhok:

Wezîrê derve yê Îranê dupat kir ku rêyên sîyasî baştirîn çareserîne bo rewşa niha ya Yemenê û ji hevpeymanên Ereb xwest, agirbestê ragehînin.

Di serdana xwe ya Pakistanê da, Mihemed Cewad Zerîfî got: Îran di gel şerî nîne û pêdvîye hemû alî bizanin ku şer çi kêşeyan çarenake, lewra ragîhandina agirbestê ji alîyê hevpeymanên Ereb ve û destpêkirina gotubêjan, baştirîn çareye bo rewşa Yemenê.

Ev di demekî da ku doh fermandeyê hêzên deryayî yên Îranê ragîhandibû ku wan bo parastina berjewendîyên xwe, çend geştîyên şerker hinartine Kendavê Eden.

Babetên bi vê mijarêve girêday