Îran: Amerîka bi kiryar piştevaniyê li dewleta Kurdistanê dike

Îran: Amerîka bi kiryar piştevaniyê li dewleta Kurdistanê dike

WAAR_Duhok:

Lijneya asayşa neteweyî û sîyaseta derve a Parlemantoyê Îranê ragihand; Amerîka bi kiryar kar ji bo parçekirina Îraqê û dirustkirina dewleteka Kurdistanê dike.
Malperê fermî ê Parlemantoyê Îranê ji zarê Husên Neqewî peyivdarê lijna sîyaseta derve a Parlemantoyê wî welatî belavkir ku Amerîka piştevanîyê li cudabûna Herêma Kurdistanê û parçekirina Îraqê dike û niha jî piştevana serekî a serxistina piroseya Referandomê ye, lê di ragihandinê da wî babetî perdepûş dike.
Daye zanîn jî ku ev bizavên Amerîkayê destwerdaneka rûne di karubarên rojhelata naverast da û Îran dê her piştevana Îraqeka yekgirtî bimîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday