HSDê bersiva rejîma Sûriyê da

HSDê bersiva rejîma Sûriyê da

WAAR_Duhok:

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva Wezareta Derve ya Sûriyê da û tometên wê wezaretê red kirin û ragihand; Dema rijêmê ji bo parastina xwe, xelik radestî DAIŞê kirî, wan bakur û rojhelatê Sûrîyê ji teroristan rizgar dikir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha diyar kiriye: “Li cem raya giştî tiştekî neveşartî ye, ku berî damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nîştecihên navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê, hêzên rejîmê û saziyên wê yên ewlehiyê bi rêya serhildaneke aştiyane di sala 2012an de ji herêmê derxistin. Dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva bangewaza nîştecihên deverê ya jibo rizgarkirina wan ji destê terora DAIŞê da, rejîma Sûriyê ti giringî pê neda û wê demê hêzên wê bi sedan kîlometran ji navçeyê dûr bûn, û mijûlî parastina navenda desthilatê li paytext bûn, xelk terikandibûn û xelkê ji dest terora bihêztirîn hêza hovane ya cîhanê dinaland.”

Di daxuyaiyê de hatiye ku: “HSDê şerê DAIŞê jî kiriye û 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndarên wê, ji şervan û serkirdeyên wê di dema bicihanîna vî erkê mezin ê niştimanî yê Sûriyê hene. Rejîma Sûriyê xemsar bû di parastina xelkê navçeyê ji terorê û aliyê herî dawî ye ku mafê wê yekê hebe, li ser navê nîştecihên navçeyê biaxive.”

Di beşeke din a bersiva HSDê ya bo Wezareta Derve ya Sûriyê de tê gotin: “Heta niha rêxistina terorîstî ya DAIŞê navçeyên li jêr desthilata rejîmê bêyî ti astengan bikar tîne û ji wê ve kiryarên terorîstî li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk tîne û xelkê sivîl dike armanc. Piranioya terorîstên desteserkirî îtîraf kirine ku ji navçeyên di bin desthilata rejîmê û Mertala Firatê ve hatine.”

Babetên bi vê mijarêve girêday