HSDê amara şerê ligel supayê Tirkîyê li 24 sietên bûrî ragihand

HSDê amara şerê ligel supayê Tirkîyê li 24 sietên bûrî ragihand

WAAR_Duhok:

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de aşkere kir û ragihand, 15 şervanên wan canê xwe jidest dane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî aşkere kir û ragihand,artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bi berdewamî rêkeftina agirbestê binpê dikin, ku roja 20ê vê mehê mîlîşyayên çekdar û bi piştevaniya firokeyên şer bajarê Serê Kaniyê hewl dan li eniya başûr û rojhilatê Serê Kaniyê bipêş bikevin, lê hêzên wan di çarçova berevaniya rewa de berevanî kirin û 3 çekdarên mîlîşyayan hatin kuştin û 2 otombîlên leşkerî hatin rûxandin.

Da zanîn jî, li eniya Kobanî û Girê Sipî jî, çekdarên mîlîşyayan hewl dan bigihin Eyn Îsa û gundê Çelebiyê yê Kobanê, lê şervanên HSDê di çarçova berevaniya rewa de rûbirû wan bûn û hejmarek ji çekdaran hatin kuştin û birîndarkirin û 3 otombîlên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkere kir jî, di şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî de 6 şervanên HSDê canê xwe jidest dan. Herwiha

 

Babetên bi vê mijarêve girêday