HSD: Hemû êrîşên Tirkiyê li ser Serê Kaniyê hatin şikandin

HSD: Hemû êrîşên Tirkiyê li ser Serê Kaniyê hatin şikandin

WAAR_Duhok:

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, hêzên wan li hemû eniyên şer hemû êrîşên Tirkiyê û girûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bo ser Serê Kaniyê têk birin û hewlên wan bo “dagîrkirina” vî bajarê stratejîk ê Rojavayê Kurdistanê vala derxistine.

Êrîşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê, di roja şeşem de berdewam e.

HSDê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di berdewamiya êrîşan de, ji şeva bihorî ve artêşa Tirkiyê û komên çekdar li çend aliyan ve êrîşên giran birine ser Serê Kaniyê û hewl dane, wî bajarê stratejîk ji kontrola hêzên HSDê derbixin.

Li gor daxuyaniya HSDê, şervanên wan hewmû êrîşên Tirkiyê û komên çekdar li Serê Kaniyê têk birine û bajar her di bin kontrola hêzên Kurdî de ye.

HSDê diyar kiriye, di şerê û pevçûnên li Serê Kaniyê de, du wesayitên zirhî û trakseke hêzên Tirkiyê hatin têkşikandin û 27 kes ji çekdar û hêzên Tirkiyê jî hatine kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday