HSD: Emê bi temamî pabendî agirbestê bibin

HSD: Emê bi temamî pabendî agirbestê bibin

WAAR_Duhok:

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî lihevkirina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: “Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navbeynkariya  Amerîkayê bi nûnertiya cîgirê serok birêz Mike Penece, îro lihevkirina agirbeta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk ûTirkîyê de hate ragihandin. Ev lihevkirin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilat bajarê Serêkaniyê yê heta rojava heta aliyê bajarê Girê Spî derbasdar e. Lihevkirina agirbestê wê ji saet 22:00 bikeve meryetê.

Di vê derbarê de wê Hêzên Sûriya Demokratîk pabendî vê agirbestê bin û her wiha daxwaz ji Tirkiyê jî dike ku pabendî agirbestê be.

Babetên bi vê mijarêve girêday