Hişyar Zêbarî: Amerîkayê hemû destkeftên şerê DAIŞê jinav birin

Hişyar Zêbarî: Amerîkayê hemû destkeftên şerê DAIŞê jinav birin

WAAR_Duhok:

Hişyar Zêbarî endamê mekteba sîyasî ya PDKê vekêşana hêzên Amerîkayê ji Sûrîyê bi şermezarî nav kir û ragehand: Bivê biryarê Amerîka dê hemû destkeftên şerê DAIŞ jinav bibe.
Hişyar Zêbarî ku pêştir wezîrê derve û darayî yê Îraqê jî bû, di Twittekê da dilgiranîya xwe ji vekêşana hêzên Amerîkî ji Sûrîyê nîşanda û bi şermezarî bo îdareya Amerîka nav kir û got: Trump rijde her hemû hêzên xwe ji Sûrîyê derbêxe.
Zêbarî got jî: Ev biryara Amerîka dê hemu destkeftên piştî şerê DAIŞê jinavbibe, ku bi alîkarîya serekî ya Kurdên rojavayê Kurdistanê bi destve hatîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday