“Hilbijartineke serkeftî wê derkeve holê”

“Hilbijartineke serkeftî wê derkeve holê”

WAAR_Duhok:

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got: “Hevalên me yên ser sandoqan heke wezîfeya xwe bikin, di mijara demokrasîyê de tu fikar û xemeke me wê nemîne.”

Kiliçdaroglu ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an raya xwe bide di saet 11.15an de hat Dibistana Seretayî ya Çukurambar Arjantînê.

Welatiyên di baxçeya dibistanê de bûn ji bo Kiliçdaroglu çepik lêdan.

Kiliçdaroglu, jina wî Selvî û kurê wî Kerem rayên xwe avêtin sandoqa ku hejmara wê 4173 e.

Piştî raydayînê Kiliçdaroglu daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: “Piştî maratoneke em ji ber wê westiyan em bi hev ra diçin sandoqê û raya xwe didin. Min, hevjîna min û kurê min me kêliyek berê rayên xwe dan.”

Kiliçdaroglu got li Navenda Giştî ya CHPyê xebat dewam dikin û wiha axivî: “Me li bajarên cuda ên Tirkiyeyê parlamenterên xwe wezîfedar kir. Li hemû Tirkiyeyê heta niha pirsgirêkeke cidî tune, lê ji hin herêman giliyên mezin tên. Hevalên me yên parlamenter ji bo pirsgirêkan çareser bikin hewl didin. Îro berdevkê me yê partiyê dibe ku piştî nîvro daxuyaniyeke berfireh bide çaxpemeniyê.”

Kiliçdaroglu bangî karmendên kamuyê kir û got: “Ji kerema xwe ji bîr nekin ku hûn karmendên dewletê ne. Hûn ne karmendê partiyeke siyasî ne, hûn karmendên dewletê ne. Hûn mecbur in ji bo beqa, dahatû, demokrasî û edaleta dewletê bixebitin. Di bin zexta kesî de nemînin. Di vê mijarê de hin gilî tên kirin. Bi taybetî ji herêma Rojhilat û Rojhilatê Anadoluyê gilî tên kirin. Ji ber vê wezîfeya min ew e ku ez bala wezîfedarên kamuyê bikşînim ser vê mijarê. Wezîfeya min e ku ez bi wan bidin bibîranîn ku ew karmendên dewletê ne. Siya ku bikeve li ser hilbijartinê ji bo demokrasiya me darbeyek e.”

Kiliçdaroglu anî ziman divê her kes wezîfeya xwe bike û wiha got: “Em naxwazin ku tu kes ji bilî wezîfeya xwe karekî din bike. Hevalên me yên ser sandoqan heke wezîfeya xwe bikin, di mijara demokrasîyê de tu fikar û xemeke me wê nemîne. Hevalên me piştî nîvro wê agahiyên cuda bidin çapemeniyê.”

Piştî daxuyaniyê Kiliçdaroglu û malbata wî ji dibistanê çûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday