Hêzên Kurdî li Kobanê 9 terorîstên Daişê kuştin

Hêzên Kurdî li Kobanê 9 terorîstên Daişê kuştin

 

Waar –Duhok:

Li bajrê Kobanê yekîneyên parastia gel YPG ê û bi piştevanîya hêzên pêşmerge li enîya rojhilat û başûrê bajêr şer û pevçûnên dijwar derketine û 9 terorêst hatine kuştin.

Navenda ragihandin û çapemeniya ya Yekîneyên Parastina Gel YPG ê di daxuyanîyekê da ragihand: Îro li bajarê Kobanê li eniyên rojhilat û başûr pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ de derketî ye, li eniya rojhilat-başûr çeteyên DAIŞ ên êriş kirine û rastî şikestinê hatin û 7 terorîstên Daişê hatine kuştin, her wiha şervanên YPG`ê dest danîn ser bi hijmarek çek û teqemeniyên Daişê.

Herwesa yekîneyên YPG`ê bi piştgiriya hêzên pêşmerge li eniya başûr-rojava ya bajarê Kobanê êrîş li ser baragehên terorîstên DAIŞ kirine û di encamê de 2 terorîst kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday