Herêmê daxwaza 300 milyon dolar ji Amerîka kirîye

Herêmê daxwaza 300 milyon dolar ji Amerîka kirîye

 

Waar –Duhok:

Berpirsê peywendîyên derve yên partîya demorkata Kurdistan ragîhand bo berhingarbûna rêxistîya tîrorstina Daişê, herêma Kurdistanê daxwaza alîkarîyeka bilez bi bihayê 300 milyon dolaran ji Amerîka kirîye.

Hewramî di panêlekê da li ensitîtoya Washinton bo lêkolînên rojhilata nêzîk, behsa li pêşhatên herêma Kurdistanê û Îîraqê kir.

Hewramî got: serbarî qeyrana darayî, lê herêm berdewame di şerê dijî terorîstên Daişê da û yek metre jî pêşmerge cihên xwe bernedaye. Got jî hikûmeta herêmê şîyaye muçeyê 9 mehan bide hêzên asayîş û pêşmerge. Di niha jî da herêmê pêdvî bi hevkarîyan heye daku bikaribe berhingarî terorê bibe.

Hewramî got jî, îsal dê referandumê li herêma Kurdistanê bê encamdan û bi mafekê sirûştî yê herêmê da zanîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday