Hejmara kesên li Hindistanê di avahiya hilşiyayî da mirin derkete 14 kesan

Hejmara kesên li Hindistanê di avahiya hilşiyayî da mirin derkete 14 kesan

WAAR_Duhok:

Li Mumbaiya paytextê Maharaştraya eyaleta Hindistanê do avahiya 4 qatî hilşiya, hat ragihandin ku hejmara kesên di avahiyê da mirin derkete 14an.

Li gor xebera kanala NDTVyê li Dongriya herêma Mumbaiyê cesedê 14 kesan ji avahiya 4 qatî ya 100 salî ya do hilşiyabû derxistin.

Ekîbên Hêza Midaxeleya Afata Neteweyî û Agirkujiyê (NDRF) 9 kesên di binê avahiyê da mabûn jî birîndar xilas kirin.

Tê texmînkirin ku hê 20 kes di binê avahiya hilşiyayî da hene.

Xaniyên li dora avahiya hilşiya ya di kûçeya kêmber da jî ji ber ewlehiyê hatin valakirin.

Ekîbên NDRFyê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Li Mumbaiya ji bajarên herî qerebalix ên dinyayê ewlehiya avahiyan wekî pirsgirêka sereke tê dîtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday