HDP 3ê roja beşdarî karên parlementoyê nabe

HDP 3ê roja beşdarî karên parlementoyê nabe

WAAR_Amed:

Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezai Temellî di kombûna partîya xwe ya heftiyane ya parlementoyê de li ser rojevê axivî. Temellî balkişand ser êrîşa rojava û tayin kirina qeyyuman. Temellî li ser êrişa rojava got.
“Ev ne meseleya kurdan an ku Tirkan e ev meseleya pêşeroja ixtidarê ye. Ji ber ku tişteke nemaye destê wêde bi êrişkirina kurdan dixweze xwe li ser pêya bigre. Di vê êrişê de ji 300 dan zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da û ji 300 hezar kesan zêdetir ji koçber bûn. Dibêjin nebên şer, erê ev çekên hun bi kartinîn ev kuştinên çêdibin; ne şer bi çiye. Ew dibêjin em feth dikîn lê ji mere qedexe ye ku em bêjin şer.”
Ji aliyê din ve Temellî li ser tayîn kirina qeyyuman ji wiha axivî.
“İro di bin banê vê parlementoyê em bi xemginî dinêrin ku şuna xwedî li iradeya gel derkevin, li tezkereyên şer xwedî derdikevin. Herwiha li tayinkirina qeyyuman xwedi derdikevin. Em disa bang dikîn, werin bi hevre em li iradeya gel xwedî derkevin. Ji ber vê bêdengî ya we em 3 rojan tevlî karên parlementoyê nabin emê di nav gelde bin. Dema ku hun li van kursiya bi nêrin hune demokrasî û xwedî derketina iradeyê bibinin. Emê karên xwe ji Amedê di nav gel de rêve bibin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday