Goran ji Çekya daxwaza ronkirina sedema binçavkirina Muslim dike

Goran ji Çekya daxwaza ronkirina sedema binçavkirina Muslim dike

WAAR_Duhok:

Tevgera Goran nerazîbûn nîşa binçavkirina Salih Muslim ji aliyê Çekya ve da û daxwaz kir ku Çekya li ser sedema binçavkirina Muslim ronkirinek bike.

Koma Tevgera Goran li parlamentoya Herêma Kurdistanê îro der barê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê û Berpirsê  Komîteya Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Salih Muslim daxwaznameyek pêşkêşê Serokatiya Parlamentoyê kir.

Tevgera Goran di daxwaznameya xwe de ji Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê xwest ku konsolosxaneya Çekya li Herêma Kurdistanê vexwîne ku li ser serdema binçavkirina Salih Muslim ronkirinek bike.

Tevgera Goran di daxwaznameya xwe de wiha jî got“Em ji we daxwaz dikin ku ji Desteya Wezîran daxwaz bikin konsolosxaneya Çekya li Herêma Kurdistanê vexwîne ku li ser binçavkirina birêz Salih Muslim a li ser daxwaza Tirkiyê daxuyaniyek ronkirina li ser mijarê bide. Ji ber daxwaza Tirkiyê bi temamî ne yasayî ye.”

Babetên bi vê mijarêve girêday