Fehmî Balayî

Fehmî Balayî

Rewşenbîr kî ye?

Peyva rewşenbîr (Alimpqif) yan entelektuvel, bi wateya eqil yan fikir. Ji ber wêjî mirov dikare ji wan kesan ra bêje rewşenbîr, yên hizir û eqlê xwe ji bo zanista civakî û xwedî bawerîyeka taybet ji bo afrandin û pişikdarîya jîyana mirovatîyê pêk bîne û parastinê ji rastîya kes û civakê bike. Da bikaribe civakê ji tarîyê, zordarî û bê behrîya jîyanê rizgar bike.

Fîlozofê Almanî, Hîgil dibêje: ”çîna rewşenbîr û hunermend ya ku bi berdewamî kar bo gel û civakê bikin da ku bikaribin gel ji qeyranan rizgar bikin, ji bêhîvî û tarîyê, moralê wan bilind bikin, ji bo yeksanî û azadî û paşerojeka geş.

Vulter, Muntîsku Rusu bi hizir û projên xwe bandor li ser desthilatê kirîye. Berpsîyarîya derve û navxwe beşek li ser milên wan e û nabe di rojên teng da, birevin û desta dahêlin.

Di qeyranan da rewşenbîr ne azade, madem mafan dixwaze, divê erkên xwe jî rake.

Martin Luter dibîje: ” nexweştirîn cîh li duzexê bo wan kesaye, yên di kirîzan da bê alî dimînin û bê deng dibin.

Rewşenbîr wek generalê di meydana şerî da ye. Ew qehremane û paşeroja şerî destnîşan dike.

Madem rewşenbîr mirovekê afrêner û hest nazik û xwedan bîre, divê berpirsîyarîya civakê rake û kirîz û rewşa civakî wî bihejîne.

Gratiş dibêje: “her mirovek rewşenbîr e, lê ne her mirovek di civakê da xwedî berpirsîyarîya rewşenbîrî ye”.

Li gorî vê pênasê, her mirovek derveyî pîşeya xwe bi hewleka hizrî ya rewşenbîrî radibe. Hewl dide ku bazineya ew tê da dijî fireh bike, ev jî pêgirîye di helwîstên hizir kirinê da. Sîyasî digel wê dema têda dijî kar dike, lê rewşenbîr wê demê şîrove dike da jê rizgar bibe û dîtineka nû li bawî peyda dibe, ne dûr ji wê realîteya tê da dijî.

Li vêderê berpirsîyarî dikeve ser milên kesê rewşenbîr, ku cihê bawerîpêkirina civakê ye û xwedî nameyeka pîroze, gelek caran hêvî û xwestekên xwe ji bona parastina kesekê din ji dest dane. Rewşenbîrî çi weke take kes û çi weke sazî û grub, karine bandora xwe li ser biryarên desthilatê bikin û piştgîrîya civakê ji xwera peyda bikin.

Li vêderê mirov dikare rewşenbîrî jî li ser çend xalan destnîşan bike:

1- Rewşenbîr xwe nêzîkî desthilatê dike: Bi armanca rê nîşandana desthilatê û weku ronakbîrekê dilsoz xwe li jêr çarçeva îdeolojîyekê vedişêre û sînorekî di navbera xwe û take kes û civakê da datine. Ev corê rewşenbîran xwedî destkeftîye û bawerîya xwe di çarçevê berjewendîyên xwe da vedişêrin û ew bi xwe jî dizanin bawerîya wan bi hemû kiryarên wan nîne. Lê biryara sîyasî ji gotara van kesan bi bandor tire û bêtir desthilat xwe dinava civakê da fire dike.

2- Rewşenbîr dûrî desthilatê û xwe weku piştirê”maariç” dibîne, li hemberî desthilatê hindek helwîsta werdigre û xwedî kesatîyeka serbixwe ye. Ev kesên wasa ji gelek alîyên jîyanê bê behrin, lê xwe dinava civakê da dibînin û berhemên xwe di xizmeta mirov û civakê da bikar tînin. Hindek rewşenbîr ji van di dîrokê da bûne sembol û netewên wan şanazîyê pê dikin, hindek zîndanî kirin, îşkence kirin û durxistin weku Nazim Hikmet, Bablu Nîruda û Zîgrîs. Hindek jî hatin bidarvekirin, weku Lurka û Futşîk, ji berku wan nedixwest bêdeng bimînin, lê wan rewşenbîrîyek xwedî dîrok pêşkêşî mirovatîyê kirin.

3- Corê sêyê, ew rewşenbîrên xwe ji alîyên sîyasî, civakî û perwerdê dûr dixin û naxwazin hîç fermanek li ser ferz bibe. Neya civakî û nejî ya sîyasî, bi tenê ew dixwazin bê dengîya xwe di rizgarkirina hunerê xwe da bibînin û cîhaneka taybet bi afrînin, ku cîhana ciwanî û hunerî ye, dibêjinê (huner ji bo hunerê).

Helbet dîyarda vê cîhanê ji kardana ferzkirinê derket. Ku wan ne dixwestin bikevin bin çi bandorên derveyî hizra wan a azad, weku dîyar ku kesên mîna Mulîyr û çîruka wî ya digel paşayî, herwesa helbestvanê Rûsî Puşkîn dema qeyserî dixwest dengê wî ji bo propaganda bikar bîne, lê wî qebûl nekir û bi helbestekê bersiva qeyserî da û got: ” Şaîr bitenê dikare digel helbestê dilsoz be”.

Rewşenbîr divê xwedî rolekê bilind be, di tigihiştina desthilatê û awayê peywendîyan û peywendîya rewşenbîrî digel civakê û take kesan û digel hundirê xwe bi xwe jî. Ev jî vedigere rastîya rewşenbîrî di serkêşîya civakê da. Rabûna desthilatê bi hawkêşekê dinavbera hemû corên rewşenbîrî û civakê û peydakirina yeksanîya dinavbera rewşenbîr û desthilatê da. Eger bivî rengî kar neyê kirin, di encamê da bereyekî hevdij dê peyda bibe û herdu alî dê beramber hevdû helwîstên xerab pêk bînin. Dema sala 1800 Napolyon hatîye ser desthilatê, hewla wî ya yekê ew bû, ku rewşenbîran li derdora xwe kom bike, ji ber ku wî di got: ( peyv bitirstire ji gulleyan, bi taybet eger nivêskarek bi şarezayî ve, peyvê bikar bîne, ew dikare min dinava civakê da bê rûmet bike.

Bivî rengî rewşenbîr dikare bibe ronakbîr û azadîya qelemê xwe li hemberî her tiştekî û kiryareka derveyî çarçevê rastîya gel û civakê bê kirin bikar bîne. Li vêderê em di pirsin, aya ev corê rewşenbîran li Kurdistanê peyda bûye yan na? Di bersivê da mirov dikare bêje na. Ji ber ku di guhertinên qonaxên jîyanê da rewşenbîr bûn rê li ber gel û desthilatê vekirîn û bûne grub û sazî û palderên civaka sivîl û şaristanîyên pêşketî ava kirîn. Raste me nivêser heye, lê rewşenbîr hêşta peydanebûye li Kurdistanê ku xwedan bandor be, yan projek hebe bo gel û desthilatê. Li vêderê, em nikarin bêjin her nivêserek yan her kesê pirtokek çapkiribe bibe rewşenbîr. Roman nivêsê Almanî (Guntir Gras) dibêje: “rewşenbîrê sînorên tirsê nas bike, baştire ew ne nivêse” li dawîyê ez dibêjim :” me rewşenbîr nîne, eger hebe nivêskare û tirsê, hizir û bîrên wan yên dapuşîn”ne projek rewşenbîrî, nejî yê sîyasî û nejî yê çaksazî û civakî nebûye.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday