Fazil Umer

Fazil Umer

Rewşenbîr, bi min were, ew kese yê sîstemên jîyanê li gorî hizir û serdemê xwe, nûjen dike. Qonaxa niha jî, ew firtineya Kurd û Kurdistan û cîhan têda derbaz dibe. Evca, wextê em behsa rolê rewşenbîran dikin, em behsa helsengîner û nûjenkeran dikin.

Ev, bi kêmatî dê min ji du pirsgirêkên metodî rizgar bike; yek, heymena pênaseyên amade bo rewşenbîrî, lê neguncayîye digel rastîyên civaka Kurdistanê da. Du, dê rewşenbîrî bêsûç dîyarke, wextê nebe şoreşgerekî yaxî beranber heymena sîyasetê û sîyasîyan. Dibe rolê rewşenbîrî bi vê dîtinê weku rolê ekademîyan be, çunkî ew jî rewşê heldisengînin û pêşnîyar û planên başkirinê dadirêjin.. Evca, rewşenbîr bi çî ji ekademîyan cudaye? nedûre bipirsin; erê merce jihev cuda bin? Bi dîtina min, tiştê ku ekademîstan ji rewşenbîran cuda dike wecdarî û berjewendîye, anku rewşenbîrî peyameka paşerojî û mirovanî û mînakî heye, merc nîne heman tişt di terzên ekademîyan da hebin. Bi gotineka din, ekademîsyen karê xwe bo berjewendî û jîyana xwe dike û rewşenbîr bo pêşdebirin û bextewerî û serferazîya mirovî û rastîyê dike.

Piştî vê pêşgotinê, pirsyarek tê pêş; erê Kurdan rewşenbîr hene û bi rolê xwe rabûne yan na? Berî hertiştî, ez rewşenbîrî bi tiştekê di ser civakê û jîyanê ra nabînim, lewra, Kurdan weku hemî civakên din, rewşenbîrên xwe hene, anku ew kes hene, yên dûr ji berjewendîyên kesî û wecdarîyê, hewl didin civaka xwe berbi astekê bilind tir ya hizrî û reftarî û mirovanî bibin.

Dê bimîne nîva din ji pirsyarê; erê rewşenbîrê Kurd bi rolê xwe rabûye yan ne? Bersiv bi giştî nexêre! Ev nexêre jî, hind ne dicihê xwedaye, dighêje radeya bêmanayê. Rewşenbîrê Kurd du astengên hind mezin li pêşin, weku masîyê di herîyê daye; ne dikare bilive û ne dikare jîyan bike, ne dikare bimre!

Yekem asteng sîyasete. Sîyaset li deverê, tenê li warê xwe karnake, rol û bandora sîyasetê derbazî hemî jîyanê dibe û gelek caran rolê jêrxanê digêre û weku hêza heymenedar reftarê dike. Husa sîyaset û rewşenbîrî, li şûna sîp bihevra kar bikin, hevrîyê û dijatîyê dikin, çunkî sîyaset xwe dike xwedanê wê jî.

Evca, heymena sîyasetê û hêza vêra, nahêle rewşenbîrî hîç rolekê erênî bigêre û hindek caran rewşenbîrîyê hind tengav dike, berbi dijwarîyê û ne mirovanîyê ve dibe! Û weku yaxîbûn û şoreşgerîyê nîşan dide. Helbet, ev wêneyê rewşenbîran û rewşenbîrîyê wêneyekê kirêt û keşefrête, û derketine ji meydana xwe bo meydaneka din.

Husa sîyasîyan rewşenbîr ji warê wî paldaye û destvala hêlaye û cihê wî jî girtine. Bivê sîyasîyan xwe tevlî rewşenbîr û ekademîsyên û dînvan û hemî yên din kirine û ewê ji van sîyasetê bike rolekî digêre û yê neke tê perawêzkirin yan çarçevekirin û nedûre şermezar kirin.

Duyem asteng civake. Em hemî dizanîn masî li derveyî avê jîyan nake! Rewşenbîr jî hewceye jîngeheka wergirên guncaye daku bikaribe rolê xwe bigêre. Civaka Kurdistanê bi giştî, ji civakekê gundewarî û paşdetir pêkhatîye, lê ev civak (qonaxa çandinîyê- gundewarîyê), mele rewşenbîre û axa sîyasîye, evca rewşenbîrê modêrn, taku radeyeka mezin, veder û cudaye ji civakî û qet têknagehin.. Her yek digel yekîdin daye û digel xwe diaxivin! Lew, bi dîtina min, astenga nebûna wergirî, astengeka xetertire ji sîyasetê.

Civaka Kurdistanê bi giştî, hêşta civakeka gêtîkiye (girêdayî hewceyîyên leşîye) û astê pêdvî yên manevî (cankî) lawaze.. Ev alîsengîye girêdayî perwerdeyê û werara civakê ji gundewarîyê bo şehrewarîyê, evca, ewa îro tê dîtin; werar û hevçaxîya maddî û paşdemana rewşenbîrî, berhemekê yekserê vê alîsengîyêye û rêgire li ber rewşenbîran ku hîç rolekê erênî hebe, û rêxweşkere li ber sîyasîyan ku rolê wan jî bigêrin, çunkî sîyasî dikarin hewceyîyên gêtîkî bi cih bînin û rewşenbîr bes hewceyîyên cankî û manevî têr dikin. Evca, îro, cih û rolê rewşenbîran li nav civaka kurdî, lawaze û dê bo demekê dirêj wesa bimîne, taku hewceyîyên maddî û manevî li ba mirovê Kurd hevseng dibin. Hîngê rewşenbîrên hevçax dê bikaribin rolê xwe bigêrin.

Evca, çare çîye? Erê destan dahêlîn taku sîyasî rewşenbîrîyê azad dikin û didine dest xudanên wê? Yan destan dahêlîn û çaverê bîn taku xelk tê guhertin û dibine wergirên çeleng?

Bi dîtina min, pêdvîye planeka stratejîk hebe bo vêragehandinê. Anku çî? Anku ji alîyê maddî ve, civaka Kurdistanî hevçaxe, lê ji alîyê hizrîve paşdemaye.. Ev civakekê alîseng çêkirîye; hizir û reftarên wî yên zemanekê dêrînin û alavên pê dijî hevçaxin, yan bi şiklê li îro dijî û bi mejî li berê dijî! Pêdvîye hikûmet û alîyên perwerdeyî û rewşenbîrî, planeka stratejîk bo hevseng kirinê darêjin û kar li ser bikin daku rewşenbîr bikaribin rolê xwe bigêre. Nexasme, rewşenbîrê bikaribe astenga sîyasî derbaz bike, nikare astenga wergirî derbaz bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday