Esed hevdîtina di gel opozîsyonê qebul kir

Esed hevdîtina di gel opozîsyonê qebul kir

 

Waar –Duhok:

Wezarata karê derve ya Sûriyê ragihand ku hikûmeta Sûriyê amadeye beşdarî kongireya Moskova bibe û ligel hêzên oposizyonê dest bi diyalogê bike.

Ajansa SANA ya fermî da xuya kirin ku hikûmeta Sûriyê û di çarçoveya danûstanên di navbera Komara Rûsya Federal û Komara Ereb a Sûrî de yên bi armanca lidarxistina kongiryekê di derbarê rewşa Sûriyê ya giştî de di navbera aliyên Sûriyeyî de û bê destkarî ji derve bê kirin têne birêve birin, amadeye beşdarî kongireya Moskova bibine, lê hikûmeta Sûrî ji aliyê xwe ve tekez li ser tekoşîna li dijî terorê dike, her wiha lihevkirinên herêmî yek ji bingehên çareseriya qeyrana li welat lidar dibîne.

SANA da xuya kirin hikûmeta Sûriyê her dem amadebû li gel her kesê bawerî bi yekparçeyîya xaka Sûriyê weku gel û xak û serweriya Sûriyê dike, dest bi diyalogê bike û rê li ber rijandina xûna gelê Sûriyê bigre.

Babetên bi vê mijarêve girêday