Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê hevdîtinek pêkanîn

Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê hevdîtinek pêkanîn

WAAR_Amed:

Ragihandina serokkomarîya Tirkîyê eşkere kir ku serokkomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan û Seokê Rusya Vladîmîr Putîn bi rêya telefonê hevdîtinek pêkanîn.
Di daxuyanîya ragihandina serokkomarîya Tirkîyê de li ser naveroka hevdîtine de wiha hat gotin:
”Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê îro peywendiyeke telefonî encam dan û pêşhatên herî dawî li Sûriyê û bi taybet rewşa dawî ya li Idlibê, herwiha rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin.
Erdogan ragihand, êrîş û pêşhatên li Idlibê dibin metirsiyeke ciddî bo ser asayişa netewî ya Tirkiyê û tekez kir, berdewamiya êrîşên hêzên hukûmeta Sûriyê li ser Idlibê rê li ber keyraneka mezin a mirovî vedike. Ku binpêkirinên li Idlibê û bi taybet kiryarên rejîma Sûriyê zirarê digihînin pêvajoya çareseriyê ya ji bo qeyrana Sûriyê.
Erdogan herwiha diyar kiriye, aliyên garantor li Idlibê divê pabendî agirbestê bin.”
Hejayê gotinêye piştî Han Şeyhun ketî deste rejima Sûrîyê de bingehên çawderîyê yên Tirkîyê li vê deverê jî hatine doprpêçkirin û êrîş lê tên kirin. Kesên ji wan deveran koçber bûyîn hatine nezî sînorê Tirkîyê.

Babetên bi vê mijarêve girêday