Erdogan rexne li HDPê û CHPê kirin û got emê têkoşîna xwe berdewam bikin

Erdogan rexne li HDPê û CHPê kirin û got emê têkoşîna xwe berdewam bikin

WAAR_Amed:

Serokkomarê Tirkîye ye Recep Tayyîp Erdogan di kombuna partîya xwe ya li parlementoya Tirkîyeye de axivî.

Erdogan rexne li HDPê û CHPê kirin û wiha axivî: ”Li ser daxvaza serokê Amerîka Donald Trump me seredana Amerîka kir û di demekê tekilîyen me ne baş de me havdîtin kirin. Babetên di navberame de pirsgirêkên biçukin û jibo tesirê nedin tekilîyên me ev hevdîtin hat kirin Trump van baş dibîne û seredana me gelek baş bû. Me pirsgirêkên xwe tvahî ji nav nebirin belê me nîşanî cîhanê da ku em jibo van pirsgirêkan çareser bikin xebatên me hene.

Li ser pirsgirêka sîstema S400an şandeyen me dixebitin. Me eşkere got Tirkîyê ji ve gave na wegerî. Me daxwaza xwe ya sîstema Patrîotan jî anî ziman û me got Tirkîyê şerîke projeya F35an ê û bê heqîya li me tê kirin me anî ziman. Me belgeyên ve biryara fermana Ermenan bi belgeyan nîşan da û hat bloke kirin. Niha 1200 endamên DAIŞê li girtîgehandene û 100 endamên DAIŞê jî jibo rêkirina dewletên wan hatine amadekirin. Malbata Bexdadî me girtin û lêkolîn tên kirin. PKK û YPGê piştî destpêkirina operasyine 800 endamên DAIŞê ji girtîgehan azad kirine me ev jî ji Amerîka re got. Hêjî hinek alî li Amerîka ye jibo piştgirîya YPGê hewldidin. Li operasyona kanîya aşîtîye de 600 dever me azadkirine û hezar û 200 endamên rexistina terorî me ji nav birine. Êrîşên li hemberî hezên me û Artaşa Azad ya Sûrî berdewam dikin. Berpirsê van êrîşan PKK-YPGê ye. Tu alî li hemberî wan êrîşan dengê xwe nake.

Mazlum Kobanî sedema kuştina 100an kesane li Tirkîyê, me ev ji Amerîka û Rûsya re jî got. Belgeyên wan êrîşan ji me dan wan, emê vê li hemû dewletan jî bêjin. Li hemû deran vek partîya sîyasîya çikê PKKê li parlementoya Tirkîyê ya bi nawe HDPê ya PKKê piştgirîya wan dike dibêjin neyartîya Kurdan dikin. Em ne li hemberî kurdane em li hemberî PKK û YPGê ne. 33 hezar erebe çek hatin rêkirin jibo rexistina terorî. Belê me operasyona xwe destpêkir. Şehîdên me çêbûn nezî 150 endamên Arteşa Azad ya Sûrî hatin kuştin.

Kemal Kiliçdaroglu wan hezan (Mîlîşîeyen Sûrî) vekê rexistineka terorî naw dide. Ev veke mûcahîdan jibo axa xwe azadbikin tekoşîne didin. Ez bawerim gel ve di hilbijartinen 2023an de dersê ke bidin wan. Heta gef û êrîşên ji axa Sûrîye û herêma Kurdistane dawî bên, heta terorîste dawîyê ji nav be birin emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Tu alî nikarin bi gefa me ji ve re wegerîne. Tekoşîna me ya li hemberî rexistina terorî ya Gûlenî jî ve berdewam bike. Hinek dibêjin bila AKPê û Erdogan biçe çi ji Tirkîyê tê bila bibe.”

Babetên bi vê mijarêve girêday