Endamê komisyona zarokan yê şaxa Amedê: Tirkîyê şertên rekeftina mafên zerokan naîne cih

Endamê komisyona zarokan yê şaxa Amedê: Tirkîyê şertên rekeftina mafên zerokan naîne cih

WAAR_Amed:

Rêkeftina mafên zerokan sala 1989 a ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatîye qebûl kirin. Di nav de Tirkiye jî heyî 197 dewletan ev rêkeftîn destnişan kiriye.

Komeleya Mafên Mirovan (İHD)ê ji bi munasebeta 30 salîya vê rêkeftinê daxuyanîyeke amadekiriye û li hemu şaxên xwe di heman demê de parvekir.Di daxuyanîyê de li ser mafên zarokan yên hatî binpêkirin tê seknandin û herwiha bang li hukumetê tê kirin û ev rêkeftin tê nişandan.

Li Amedê ji li avahîya şaxa Amedê ya İHD ê daxuyanî ji aliyê endamê komisyona zarokan yê şaxa Amedê Ercan Yilmaz ve hat xwendin.

Yilmaz destnişan kir ku divê hemu maf ji bo hemu zarokan wek hev bên cibecikirin û wiha berdewam kir. “Eve 30 sale ev rêkeftin hatî destnişan kirin û 197 dewletan ev rêkeftin destnişan kiriye. Belê li herderê cihanê zarok li hemberî cudahîkirinê tên. Tirkiye yê ev rêkeftin sal 90 qebûlkir û sala 94 hat pesend kirin lê şertên vê rekeftinê naine cih. Di meseleya perwerdehîyê, meselya olî û di demê şer de zarok rastî tundî yê tên. Di vê çerçove de em hinek xalên sereke yên vê rekeftinê bi birtinîn û bangî dewletê dikîn ku li gor van xala tevbigerîn. Mafên zarokan ji bo hemu zarokane û divê cudahî nexin nav wan de. Mafê her zarokê yê jiyandin û xwe pêşvebirinê heye. Mafê her zarokê heye ku ramana xwe bine ziman û taybet ji di dema di derbarê wî zarokî de biryareke tê girtin. Hemu rastkirinên vê rekeftinê ji bo fayedê zarokane.”

Babetên bi vê mijarêve girêday