Emmanuel Macron: Pêdivîye mafên Kurdistanê di çarçûvê destûrî da bên bicihanîn

Emmanuel Macron: Pêdivîye mafên Kurdistanê di çarçûvê destûrî da bên bicihanîn

WAAR_Duhok:

Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî di pirês konferansekê hevpişik de encamên civînê gotûbêjkirin.

Serokê Firensa Emmanuel Macron di pirês konferansekê hevpişik de di gel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrên herêma Kurdistanê ragihand: Pêdivîye mafên Kurdistanê di destûrî da bên bicihanîn û tekez kir; Pêdivîye maddeya 140 bê bicihanîn

Emmanuel Macron ew yeke jî ragihand: Piştevanîya diyaloga Hewlêr û Bexda dikeyîn û Firensa piştevanîyê li Îraqeka yekgirtî dike.

Serokê Firensa piştevanîya xwe ji bo herêma Kurdistanê diyarkir û ragihand: Pêdivîye hemû mafên herêma Kurdistanê di çarçûvê destûrî da bên bicihanîn û piştevanîyê li diyaloga nîştîmanî dikeyîn

Macron di pirês konferansê hevpişik de piştevanîya Firensa ji bo herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand: Divê maddeya 140 bê bicihanîn û Firensa giringîyê bi herêma Kurdistanê dide û Kurdistaneka bihêz û yek deng dixwaze.

Ji alîyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî serokwezîrên herêma Kurdistanê  spasîya helwestên dîrokî yên Firensayê kir û diyarkir alîkarîyên Firensa ji bo herêma Kurdistanê di şerrê wê yê dijî DAIŞê da dikeyîn herwisa serokê Firensa hat haydar kirin ku herêmê ti girift di gel desthelata fîdral da nîne.

Nêçîrvan Barzanî li dor diyaloga dinavbera Hewlêr û Bexda da diyar kir; Herêma Kurdistanê ti grift bo destipêkirna diyalogê nîne û Nêçîrvan Barzanî: Spasîya bizav û pabendîya Firensa ji bo çarekirina giriftên Hewlêr û Bexdayê dikeyîn.

Nêçîrvan Barzanî rolê Firensa bo gehiştin bi çareyeka guncay bi giring da zanîn û bi navê gelê Kurdistanê spasîya serokê Firensayê kir.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday