Duhok.. Jinek kefte ber perwanê jeneratorê karebê û canê xwe ji dest da

Duhok.. Jinek kefte ber perwanê jeneratorê karebê û canê xwe ji dest da

WAAR_Duhok:

Li taxê Beroşkê yê bajarê Duhokê, jinek kefte ber perwanê jeneratorê karebê û jîyana xwe ji dest da.
Ebdula Elî peyamnêrê WAARê li Duhokê ragehand: Îro siat 08:30ê sibehê li taxê Beroşkê yê bajarê Duhokê jinekê seredana hevjînê xwe ku liber jeneratorê karebê kardike kir û ji nişkê ve dersoka wê keftîye ber perwanê jeneratorê karebê û paşan serê wê keftîye ber.
Got jî: li destpêkê ew jin bi dijwarî birîndarbû û jibo nexweşxaneyê hat veguhastin, lê di rêya nexweşxanê da jîyana xwe ji dest da.

Babetên bi vê mijarêve girêday