Duhok.. Dîdara “aşitî û asayişa Rojhilata Navîn” dest pê kir

Duhok.. Dîdara “aşitî û asayişa Rojhilata Navîn” dest pê kir

WAAR_Duhok:

Îro li Zanko ya Amerîkî li Duhokê karên dîdara (Aştî û Asayîşa Rojhelata Navîn) destpêkir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi gotarekê pişikdarîyê di dîdarê de dike û Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî yek ji axivtinvanên dîdarê dibe. Di navxwe û derve ya Herêma Kurdistanê de hejmareke kesatî û şarezayên karûbarên sîyasê û asayîşê dê pişikdar bin di wê dîdarê de.

Îro, Sêşembîyê  di yekem roja dîdarê de, her yek ji (Qubad Talebanî, cêgirê serok wezîrên Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê û Bêrnar Koşner, wezîrê derve yê Firansayê yê berê) di panêlekê de behsa peywendîya di navbera (hukmranîya baş û aştî ya deverî) dikin. Dûv re jî (wêrk şopekê) dê rêkxin.

Babetên bi vê mijarêve girêday