Duhok: Di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da

WAAR_Duhok:

Şevê dî li ser rêya Hewlêr û Duhokê rûdaweke hatûçûnê çêbû û di encamê da 5 kes mirin û 4 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Derman Ba’edrî peyamnêrê WAARê ragihand: Rûdaw di saet 23:45an de li ser rêya Hewlêr- Duhokê du otomobîl li hev ketine û di encamê da 5 kes mirine û 4 kes jî birîndar bûne, bûyer li nêzîkî Baedrê rûdaye.

Herwiha hatiye zanîn ku ew pênc kesên mirine ji yek malbatê ne.

Babetên bi vê mijarêve girêday