Dr. Bedirxan Sindî

D. Bedirxan Sindî

Berî hemî tiştî ez hez dikim dû peyva jihev cuda bikim, da ez bikaribim boçûna xwe bi diristî rava bikim, ew jî: zanîn û ruşenbîrî ye.

Ez di bêjim , mirovê zandar yan zana ne merce rewşenbîr be, li gorî famkirina min ji rewşenbîrîyê. Wate ji ber vê çendê ez zanînê yan zanyarîyê ji rewşenbîrîyê cuda dikim. Weku mînak, diktorekî nujdarîyê (cerah) dibe ,gelek başbe di karê xwe da, belê ji bilî vê zanyarîyê tiştekî din nizane, belê dikare xwe rewşenbîr bike. Her wesa endazyarê medenî yan mîmarî dibe gelek endazyarekî başbe, belê neşerte rewşenbîr be, çunkî ew xwe rewşenbîr nekirîye. Belê xwe fêr kirîye ilmekî yan şehrezarîyekê û hema hindê. Ew diktor û ew endezyar wek asingerekî ne yan necarekî ne, ferq nîne û gelek asinger û necar hene dizanin bixuynin û binivîsin û dibe rewşenbîrtir bin ji nuşdarekî yan derçûyê zankoyekê di warê rewşenbîrî ye.

Pirsîyar li vêderê eve, wê demê rewşenbîrî çîye? Ez wesa têdighêjim, rewşenbîrî jî dû fakter hene, eger ew fakter neyêne encamdan û dîtin di kesayetîya mirovî de, ew ne rewşenbîre. Yan jî rewşenbîrîya wî lenge, wate bi kêmasî ye. Ew du fakter evin:

1. Mirovê rewşenbîr divê:

A. Di hemî tiştî û bi dîqet ji bisporîya xwe bizane.

B. Divê tiştekî ji hemî bisporîyê bizane.

2. Mirovê rewşenbîr divê xwedan helwîst be û ew zanîna wî ji xala (1)ê ya me gotîye, divê di xizmeta civakê da bin û bi dilsozî parastina civaka xwe bike, bi kar anîna wan zanîna (zanîna taybet ya bisporîyê û zanîna giştî ya hemî meydanê jîyanê) çunkî parastin ne hema bi çekî ye….çek bo dijminê derveye û rewşenbîr parastinê ji pêşkeftina civakê dike û eger neke, ne rewşenbîre(mexzene) ku bo hindek zanyarîyan.

Wata rewşenbîrî du rengên zanyarîyan divên, zanyarîyeka situnî, wate yan (Verticak) û zanyarîyeka asoyî, wate ufuqî yan (horizontal) ya yekê iqtisasîye û ya duwê, giştî ye.. eger herdû zanyarî di xizmeta civakî da bin wê demê ew mirov rewşenbîre.

– Astê rewşenbîrîyê li welatê me: pirsîyar eve, aya me rewşenbîr hene?.

Rewşenbîrîya her milletekî dibêjinê(culture) û kelçer her çend mirovên vî erdê dighîne hevdû. Lê kelçerê her milletekî divê bêhna wî milletî jê were û ev yek ne şaşe û ne dîtineka tenge, nexêr. Ew yek tiştekî xweristîye çunkî xwemalî ye, cîhanîyetê yan giştîyanê û hemû rubar berbi deryayê diçin û derya ji gelek rubaran pêk tên. Lewma kelçerê cîhanî komeka xweristî ye ji beşdarbûna însanîyetê, lê bi kirasekî nû û medenî û qanûnî.

Niha pirs eve: me rewşenbîrêt rewşenbîr hene li gorî eva min dîyar kirî ye? Ez dibêjim nexêr û egerê hindê dîyarin û ez dê dîyar bikim, ma me çi heye?

Me nêzîk bûn ji peyda bûna rewşenbîrîyê heye. Wate rewşenbîrê Kurd hêdî hêdî tê dirust bûn û peydebûn. Başe bo me nîne… bi kurtî çunku me dewlet nîne û evê gelek axaftin pê divê. Belê egera mezin ku iro behra bêtir ji gencên Kurd ne rewşenbîrin (nêr û mê) eve:

1. Me keristeyên xwendinê nînin.

2. Gencên me zimanan nizanin, ji bilî zimanê mala xwe.

Mixabin û ji ber egerên sîyasî kitêbxana Kurdî ne gihiştîye wê astê bikaribe kelçerên cîhanî û bi hemu (medanên) rewşenbîrî û zanînê bîne di nav civaka Kurda… eger, îro em xwe digel Ereban yan Farisan yan Tirkan berhingar bikin, ez dikarim bêjim piçekî ji sifrê bilindtirin, ji alîyê hijmara kitêbên wergêrayî bo Kurdî. Herwesa takê Kurd heza wî bo xwendinê gelek kême û egerên vê çendê gelekin.

Babetên bi vê mijarêve girêday