Di şerê rojavayê kurdistanê yê 2014 ê 4 hezar û 964 terorîstên Daişê hatine kuştin

Di şerê rojavayê kurdistanê yê 2014 ê 4 hezar û 964 terorîstên Daişê hatine kuştin

 

Waar –Duhok.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2014’an de li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê 4 hezar û 964 terorîstên Daişê hatine kuştin û cenazeyên 228 çeteyan ketin destên şervanan. Her wiha 11 çete jî bi saxî hatin girtin.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li salona sandîkeya Karkeran a bajarokî Rimêlanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Xelîl di civînê de bilançoya sala 2014’an ji raya giştî re ragihand. Di civîna ku gelek dezgehên çapemeniyê amade bûn de Xelîl diyar kir ku li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rû dane û di encamê de 4 hezar û 964 terorîstên Daişê hatine kuştin û cenazeyên 228 çeteyan ketin destên şervanan. Her wiha 11 çete jî bi saxî hatin girtin.

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday