Di encama şer û pevçûnên li Cizîrê Zorokekî 15 salî jîyana xwe ji dest da

Di encama şer û pevçûnên li Cizîrê Zorokekî 15 salî jîyana xwe ji dest da

 

Waar –Duhok:

Li Cizîrê zarokekî bi navê Bariş Dalmiş bi guleyekê ji sînga xwe birîndar dibe û jiyana xwe ji dest dide. Bo navçeya ku pevçûn berdewame gelek otomobîlên zirxî û tîmên taybet hatin veguhestin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê doh şevê endamên Huda-Parê êrîşê konê ku ji aliyê endamên YDG-H’ê ve hatibû vekirin, kirin û piştre pevçûnan dest pê kir. Di pevçûnên ku berdewam dikin de endamê YDG-H’ê Yasîn Ozer û Abdullah Denîz ê tê gotin endamê HUDA-PAR’ê ye jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî zerokê bi navê Bariş Dalmiş (15 salî) ji ber guleya ku jiyana xwe ji dest da û heta niha nayê zanîn ki ew gule j alîyê kê hatîye avêtin ku bûye egerê ji destdana sorokê 15 salî Bariş Dalmiş.

Babetên bi vê mijarêve girêday