Di derbarê çaksazîyê da

 

Sebrî Silêvaneyî

Rewşenbîr û nivîser

 

Çaksazî jî weku her têgeheka din pêdvî binîyasîn, famkirin û mêtodên serederîyê heye, da ji warê teorî derbazî pratîkê bibe. Xayeta serekî ji çaksazîyê werar û guhrîne, belê bê xwendin, naskirin û serederîya tendurist nikare guhrîn (pozitîv) peyda bibe. Çaksazî ne dawîye, herwesan ne îstgeha berî dawîyê ye jî heta xwe bi sepîne, yan em pêre neghên, belku destpêke û pêdvî bi eqil, berhevî û mekanîzmê heye. Dîyare milletên zîndî digel destpêk û prosêsan berdewam dibin, belê milletên ne zîndî xwe li hêvîya dawîyê, delîve û hinêran digrin.

 

Montêsîkyo dibêje: “gendelîya her hikûmetekê, herdem ji gendelîya prensîpan despê dike”.

 

Li gorî kontêkista wî, nexwe çaksazî jî gereke ji prensîpan dest pê bike û pêngava yekem danpêdane bi pêdvîbûna çaksazîyê di hindek war û bîyavan de (sîyasî, aborî û civakî) û ev peywendî bi rexneya dorhêlê ve heye û rexne pêdvî bi eqilgerî û zimanan heye, lê cihê daxê ye, ku herdû têgeh (eqilgerî û ziman) ne amade ne. Li cihê eqilgerîyê em pala xwe didin çîyayekê kultûrî (rewşit û tîtalan) û derbarê zimanan jî, ji hemû zimanan em yê axavtinê bitenê bi kar tînin, belê pirs û pirsgirêk bi axavtinan çareser nabin, wek ku Dî Sosêr dibêje: “ziman sîsteme, belê axavtin bikar anîna wî sîstemî ye”(2).

 

Erê em hizir dikin çaksazî pêdvîye, yan em dizanin çaksazî pêdvîye, yan jî em hest pê dikin çaksazî pêdvîye? Li destpêkê gereke me hizrek hebe û ew hizir hilgira hindek biha û prensîpan be û bi wan biha û prensîpan dorhêlî bi xuynin da ku – li dawîyê – hest bi wî dorhêlî bikin. Belê dîyare em ji dawîyê dest pê dikin (em hest dikin çaksazî pêdvîye), wate me da ser hizir kirin, biha û prensîpan û wesa guhrîn sernagire. Nexwe, li cihê mekanîzma hizir kirinê, biha û prensîpan, mixabin bi tenê hestkirin bûye alavê serederîya me digel pirsa çaksazîyê / guhrînê.

 

Hebûna çaksazîyê girêdayî sîstemê demokrasî û yasayê heye û ev bi xwe bi xwe problêmatîke. Sîstemê demokrasî û yasayê pirsa çaksazîyê piratîze dike, belê sîstemê ne demokratîk û ne yasayî pirsa çaksazîyê bo hindek wec û berjewendên berteng teorîze dike. Sîstemê ne demokratîk û neyasayî nikare çaksazîyê bike, çunku çaksazî bi xwe guhrîne û guhrîn cih di acêndaya wî sîstemî de nîne, madem çaksazî girêdayî yasa û eqlî ye û sîstemê sîyasî dûrî yasa û eqlî ye, nexwe hewildan bi tenê axaftine û sernagire.

 

Dûr nîne sîstemê tenduristî, yasayî û dadperwer rastî dorhêlekê netenduristî bê û hîngî bereqle penayê bo çaksazîyê bibe, çunku – hîngî – çaksazî pirseka objektîve û hokarên wê derekî ne, belê sîstemê netenduristî, neyasayî û nedadperwer be, demê rastî dorhêlekê xerab tê, hîngî dîyare çaksazî reyaksîyone bo gendelîyê, wate pirseka subjektîve. Eha li vêderê pirsyarek rêkê li me digre: em serederîyê digel çaksazîyê weku pirseka objektîv yan subcektîv bikin?!

 

Bi hizra min pirs bi xwe subjektîve, girêdayî eqil û zimanê me ye. Bi gotineka din, neku ji nişkekê ve em rastî dorhêlekê netendurist hatine, belku me bi xwe, bi eqil û zimanê xwe, ji 1991 û heta niha dorhêlek avakirîye û niha danpêdanê dikin (hest pê dikin) ku wê dorhêlê pêwîstî bi çaksazîyê heye. Nexwe, ji alîyekî bi hestên xwe em îmtîhana dorhêlî dikin, belê di heman demî de (dîsan bi hestên xwe) tebrîya xwe ji çêkirina wî radigihînin û ev kontradiksîyone.

 

Martîn Lûter di warê ayînî û civakî de, herwesan Xurbatşuf di warê sîyasî û aborî de, ne çêkerên dorhêlekê xerab bûn ku pêdvî bi çaksazîyê hebe, belku xwedan proje û însîyatîf bûn bo guhrîna wê dorhêlê, ji ber ku peywendî bi sedem û hokarên objektîv ve hebû. Proje û însîyatîfa wan aşkere û zelal (şefaf) bûn û ev merc û binemayên çaksazîyê ne, belê ya me cuda ye, em bi xwe hostayên vê dorhêlê ne û bêtir peywendî bi sedemên subjektîv ve heye, lewra jî mafê me heye em bi çavekê tijî goman li pirsê binêrin û bi eqlekê rexne girane helbisengînin.

 

Astê eqil û hizra me ya sîyasî li herêma Kurdistanê dorhêlek peydakirîye û dibêje me, eger îro em ji ber wêrankirina zatî Self Destroying û havîbûna zatî Self Alienation dinalînin, nexwe heman dorhêl dibêje me gereke sibê em hizra înkara zatî Self Denying bikin, belê karektêra rojhilatî herdem xwe rast/ dursit dibîne û li derveyî xwe li sedeman digere, lewra jî mewdayekê mezin di navbera teorî û praktîka têgehan de heye.

 

Em weku Kurd/ Kurdistanî nikarin bi eqlê xwe yê niha (eqlê behanegerî/ tibrîrî) behsa çaksazîyê bikin, belku em dikarin bi eqlekê rexneyî pêşwazîyê lê bikin. Me pêdvî bi çaksazîyê di sê waran de heye: çaksazîya mirovatî (ku kar li ser eqil û hizra mirovê Kurd bê kirin/ geşepêdana mirovayetî) û çaksazîya ayînî(cudakirina hizra ayînî ji hizra sîyasî û hemû desthilatan) û çaksazîya sîyasî (sîstemê yasayî û demokrasî û cudakirina sîstemê sîyasî ji sîstemê hikûmetê).

 

Çaksazî li cem min wateya nûkirinê Update dide û biyavê guncayî ku em dest pê bikin, biyavê sîyasî ye. Di eqlê Kurdî yê teorî û praktîkî de, sîyaset ramana zanistê desthilatê/ hikûmetê yan zanistê dewletê dide. Belê hêj me dewlet nîne, lewra zêdetir ramana zanistê desthilatê dide. Ev famkirineka klasîke û êdî xizmeta civakên zîndî nake, belku sîyaset bûye zanistê civakî, peywendî bi cewher û hewla takekes û pêkhatên cuda cuda heye. Xîtaba sîyasî ya serdem peywendî bi eqilgerî û rastîya dorhêlî ve heye, dûrî fantazî û diruşmên agirînî yan muzayedatên hizbî. Xîtaba eqlanî û dorhêlê ji ya hemasî û dilînî baştire nexasme di warê nûxwazîyê/ xulqandinê de. Serederîya me digel sîyasetê, pêdvî bi eqil, ezmûn û psporîyê heye, belê em bi hindek alavên din (hêz weku mînak) sereder dikin. Ev dijî tebîeta têgehî ye, lewra aso li ber çavên me berteng bûye, êdî li cihê rastîya tiştan em seraba tiştan dibînin.

 

Gereke em bizanin, ku maf, dadperwerî, yeksanî, azadî û serbestî pirsên zîndî ne, bi pratîza sîyasetê ve girêdayî ne, sîyasetê jî pêdvî bi eqil û hizra vekirî heye û ev digel civakekê konzervatîv, ku li cihê sîstemê demokrasîyê, sîstemê binemalî û nepotîzim Nepotisim serwere, nagunce. Lewra seyir nîne eger em pirîtansîyonê bi demokrasîyê bikin û di heman demî de wê pêşêl bikin, yan xerabîyê bikin û pirîtansiyonê bi çaksazîyê bikin.

 

Çaksazî weku pirseka frerehend (dîrokî, maddî û manewî) prosêse, peywendî sîstemê sîyasî û felsefa hikumranîyê ve heye, bi biryareka kesatî sernagire. Li herêma Kurdistanê di astê herî bilind de, çaksazî di perspektîva kesayetî û maddî re tê dîtin, belê rehendê dîrokî û manewî Mandela ye heger na, çima ji 1991 heta 2015 pirseka nivandî bû?

Çarenivîsê pirsên me bi felsefe û famkirina me – bo jîyanê û cîhanê – ve girêdayî ne herwek pirsa wîlayeta serokatîya herêmê, ku heta niha bi awayekê yasayî nehatîye çareser kirin.

 

Çareserkirina pirsan peywendî bi astên rewşenbîrîya sîyasî ve heye, ew jî dû astin: astê takekesî û astê sîstemê sîyasî.

 

Astê takekesî: anku sîyaset weku alavek bo xizmeta cewher û psîkolojîya takekesan pratîze bibe, da ew bikarin dîmenî zelal bibînin û li gor wê dîtinê helwîst û boçûnên xwe dîyar bikin, belê demê sîyaset ne di xizmeta wan (takekesan) de be, hingê nikare ew dîmenî zelal bibînin û ev bandoreka negatîv li helwîst, boçûn û biryardanê jî dike. Lewra berî niha min got famkirina me bo sîyasetê famkirineka klasîke.

 

Astê sîstemê sîyasî: ew ka takekes çawan li wî sîstemî û karubarê wî dinêrin û heldisengînin, herwesan ka ew sîstem çend nûneratîya cewher û psîkolojîya takekesan dike.

 

Mirov eqle û eqil ji astê hebûna mirovî ya civakî berpirsîyare. Her civakekê sitrektûra xwe heye, ew jî dû corin: înfrastrektûr û superistrektûr. Em dikarin sîyasetê (zanistekê civakî), weku bûnewerekê û herdû sitrektûran jî bi dû pên wê teşbîh bikin. Heger herdû pê qayim bin, hingê ew bûnewere bi ser xwe ve ye, belê heger sist û lawaz bin, hîngê dê bibe bûnewerekê leng. Sîyaset hem weku zanist hem jî weku rewşenbîr ji civakê nayê cudakirin, belku beşekê serekî ji rewşenbîrîya civakî ye, bi elementên xwe rêxistinê peyda dike. Ew rewşenbîrîya sîyasî bêtir di nav sazî û dezgehan (superistrekûr) de peyda û praktîze dibe, belê hebûna wan li ser înifrastrekûrê (cewher û psîkolojî) dimîne. Wate, înifrastrekûr weku binistirê ye û eva din hemû li ser wê ava dibe.

 

Peywendîyeka dîyalêktîkî di navbera sitrektûran bi xwe jî de heye, her yek kartêkirinê li ya din dike û hemû pêkve kartêkirinê li sîyasetê weku prosês, dikin.

 

Her sitrektûrek bi dû astan bandorê dikin:

 

Astê derekî: ku her sitrektûrek bandora xwe li civakê dike.

 

Astê navxweyî: her sitrektûrek bandora xwe li sitrektûreka din dike û ev bo wê peywendîya dîyalêktîkî di navbera hemû sitrektûran de dizivire herwek hizrê, aborî û demografî.

 

Nexwe, hemû sitrektûr (ku civakê pêk tînin) di guhrîneka berdewam de ne, hindek caran di nav xwe de tên guhrîn û hindek caran jî yek cihê ya din digire, belê astê guhrînê ji yekê bo ya din cuda ye, bo nimûne sitrektûra aborî û ya sîyasî zû tên guhrîn, belê ya civakî zû nayê guhrîn, çunku bi cewher û psîkolojîya takekesan ve girêdayî ye û cewher û psîkolojî li ser wê texa civakî ewa takekes di nav de, dimîne.

Peywendîyên civakî di navbera takekesan de dibin hokarê peydabûna ked û berheman û ew ked û berhem astên geşepêdanê dîyar dikin û ew geşepêdan sîstemekê ji sazî û dezgehan ava dike, di nav wan sazî û dezgehan de hişyarîya civakî û sîyasî peyda dibe û ev bandorê li her biryar û helwîstekê dike, herwesan bandorê li hewl û çalakîyên tevahî di nava dewletê de dike heta wê radê, ku nasnameya civakî diguhere, bo nimûne ji civakekê hozî bo civakekê demokrasî û gereke çaksazî wê meremê li ber çav werbigre, heger na dê bibe hewildanek bo revînê ji dorhêlîyan muzayedeyeka sîyasî û me pêdvî bi herdûyan nîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday