Daişê 2 zarok bo kuştina 2 êsîran bikar anî

Daişê 2 zarok bo kuştina 2 êsîran bikar anî

 

Waar –Duhok:

Rêxistina terorîstîya Daişê di di vîdyoyekê da, kuştina du zîndanîyên Sûrî, li nawçeyeka ser bi bajêrê Helebê ve ji alîyê du zarokên frensî ve nîşanda.

Vîdyo li jêr dirûşmê (li ser rêbaza babê xwe) hatîye belav kirin, maweyê wê 14 xulekin, ji alîyê nivîsîngeha ragîhandina Helebê ya rêxistina terorîstîya Daişê ve hatîye belav krin, di vîdyoyê da du zarokên Frensî derdikevin, û li dûv gotina wan digel malbatên xwe, di nava Daişê da dijîn. Lê rojnameya Frens pîres da zanîn, hêşta rastîya ku ew zarok Frensîne nehatîye zanîn.

Di vîdyoyê da, ew du zarok meşq û rahênanê li ser çendîn corên çekî dikin, paşê bi debanceyê du kesên êxsîr dikujin.

Babetên bi vê mijarêve girêday