Çoman…Geştyarek di Geliyê Sekranê de xeniqî

Çoman…Geştyarek di Geliyê Sekranê de xeniqî

 WAAR_Duhok:

Çend geştyarekî bajarê Hewlêrê ji bo geşt û gerê berê xwe dan Geliyê Sekran a bajarokê Çomanê û yek ji wan di çemê Sekranê de xeniqî û kesê din ê di avê de çû jî hat rizgar kirin.

Raîd Ehmed Necad efserê bingehê bergirîya şaristanî ya Çoman bi WAARê  re ragihand: Geştyarekê welatîyê Hewlêrê bi navê Ferman Xefûr li rûbarê Ênê li sinworê Çoman keftîye di avê da û xeniqîye, hevalê wî jî yê bi navê diyar ‘Ebdulqadir li dema bizava rizgarkirina wî dikir, birîndarbûye.
Diyar jî kir, tîmên wan bizavên dîtina termê qurbanî dikin lê ji sedema sarî û pêlên bi hêz yên rûbarî ta niha nikarîne termî bibînin.
Li gorî agahîyên WAARê di kemtir mehekê da, eve sêyem rûdana xeniqîna geştyarane li sinorê Çoman rûdide.

Babetên bi vê mijarêve girêday