Cizîrê bu qada şer û pevçûnê

Cizîrê bu qada şer û pevçûnê

 

Waar –Duhok:

Sere sibê di navbera rêxistina gencan ya ser bi PKK ku tê binavkirin tevgera gencên welat parêz û demokarat(YDGH) û alîgirên HUDA–PAR ê şer û pevçûn rûda û ji herd alîyan jî kuştî û birîndar hene.

Vê sibê, 27ê Kanûnê, li bajarê Cizîrê ya ser bi Şirnaxê yê Bakurê Kurdistanê, du alîgirên HUDA–PARê diçin nava konekî gencên alîgirên HDPê ji ber vê yekê şer û pevçûn di navbera wan de qewimî ye û di encamê de ji herdû alîyan jî du kesan jîyana xwe ji dest dane û hejmarek din jî birîndar bûn ne.

Piştî mezinbûna bûyerê, hêzên polîs bi zerîpoşan çûne cihê bûyerê û ji bo kontirolkirin û berfirehnebûna wê pevçûnê,lê Hêzên Polîs ew bajar dorpêçkirin.

alîgirên HUDA–PARê jî aşker kirin ku, alîgirên HDPê êrîşî ser wan kirine û şer û pevçûn jî berdewame.

gencên alîgirên HDPê her şev bo zêrevanîkirin û çavdêrîkirina kolanên wî bajarî kon vegirtine û bi sira jî zêrevaniyê li taxên wî bajarî dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday