Cihgirê serokê giştî yê AKPê li ser pevçuna li Amedê rudayî agahî da rojnamewana

Cihgirê serokê giştî yê  AKPê li ser pevçuna li Amedê rudayî agahî da rojnamewana

WAAR_Amed:

Cihgirê serokê giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)ê Mehdî Eker li parêzgehîyê Amedê li ser pevçuna li Amedê rudayî agahî da rojnamewana. Eker sersaxî ji malbata polîse jîyana xwe ji dest dayî re xwest u wiha got: “Polisên me vê sibê di siet dora 6 de li navçeya Rezan dema ku operasyoneke pêktanî pevçun derket. Di encama pêvçunê de poliske yê me jiyana xwe ji dest da û 9 ji birindar bun. polisê me yê hati kuştin navê wî Ahmet taşdemire û jî bajarê Manisayê ye. Teroristeke jî hat kuştin. Ji ber ku teroristî jin û 3 zarokên xwe ji xwe re kiriye mertal evkas zedê birindar hene. Lepirsin berdewam dike û binçavkirin jî hene belê paşê ewê parêzgehî di daxuyanîyeke dê eşkere bike.”

Hejayê gotine ye ku li Amedê li taxa huzurevlerî yê di navbera polisan û endameke yê PKKê pevçun derketî bu. Di encama pevçunê de polisek û endamê PKKê hat kuştin û 9 polis hatibun birindarkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday