Cemîl Bayik: hikûmeta nû ya Îraqê bê Kurdan nikare pirsan çareser bike

Cemîl Bayik: hikûmeta nû ya Îraqê bê Kurdan nikare pirsan çareser bike

10708054_774348229270417_231511389_n

Waar –Duhok:

Piştî ku di çend medyayên Kurdî da belav bû ku hevserokê KCKê sivkatî bi pêşmerge kirîye û gotîye pirçekirina pêşmerge pirçekirina Daişê ye. Di hevdîtineka taybet da li çîyayî Qendîlê hevserokê konseya KCK bo war tekez kir, bi hîç rengekî wî negotîye pêşmerge pirçek nekin û ew gotinên belav bûne li ser zimanî wî hatine belav kirin û ne rastin û got, niha gelê Kurd di qonaxeka hesas da derbaz dibe ji ber vê yekê jî pêwîste hemû alîyên sîyasî xwe bikin yek bo bikaribin li hember terorîstên Daişê tekoşînê bikin. Cemîl Bayik hevserokê konseya rêveberîya koma civakên Kurdistanê KCK ê, Li dor xebata niha ya hemû alîyên sîyasî û leşkerî yên Kurdî û armanca wan bo war got: rewşa niha ya gelê Kurd têda derbazdibe pir metirsîdare, ji ber ku terorîstên Daişê êrîşî ser Kurdên rojava û başur dikin û çêdibe wan êrîşan berdewam li ser Kurdên li beşên din yên Kurdistanê jî bike, ji ber vê yekê pêwîste hemû hêzên Kurd bi hevre li dijî terorîstên Daişê yekîtîya neteweyî pêkbînin û şerekî neteweyî li dijî terorîstan bikin, ji ber ku eger hemû hêzên Kurdî bûn yek dikarin vê metirsîya niha ya li ser Kurdan rakin û navhatî zêdetir got, ya herî girîng ev yekîtîya ji alîyê sîyasî û leşkerî û dîplomasî hemû alîyên din bê pêkanîn, ji ber ku ev daxwazîya gelê Kurd û partîyên sîyasî jî ye û Daiş ne bitenê êrîşî Kurdan dike lê êrîşî hemû gelan dike û zararên mezin digîhîne xelkê sivîl û jin û zarokan. Li dor pirsa Kurd û şerkirina li hember Daişê li şûna hemû cîhanê da Bayik got: ev yek raste ji ber ku Daiş nebitenê li dijî Kurdan şer dike ku Amerîka jî dîyarkiribû, Daiş metirsîyeka mezine ji bo ji navbirina mirovan ji ber ku niha bingehên wan li Sûrîyê ye û pêwîste hevpeymanîyeka mezin bê avakarin ne bitenê hêzên nav xwe têdabin lê pêwîste hêzên rojhilata navîn jî têda cîhên xwe bigrin. Herwesa li ser rewşa niha û yekîtîya navdeweletî û hewlên KCk ê divê derbarê da Cemîl Bayik got: ev yek bi ten bi KCKê nayê kirin û pêwîste li despêkê dinav Kurdan da yekîtîyek bê avakirin û eger dinavbera xwe da yekîtîyek bê avakirin wê Kurd bibin beşên cûda ev jî dê bîbe bêhêz ketina Kurdan. Ez kêfxweşim eger Kurd bixwazin û hewl bidin dikarin kongreka navdewletî sazbikin û divê di demekî herî zûda ev kongre bê encamdan. Dîsa li dor şerê pêşmer li hember Daişê ji alîyê koma civakên Kurdistanê çawa tê dîtin hevserokê KCK ê got: di gelek ragîhandinan da belavbûye ku min gotîye pêşmerge şer nekirîye lê ev daxuyanî durin ji rastîyan û ev axiftin ji alîyê min ve nehatine kirin ji ber ku pêşmergeyên şerker hene û min negotîye ku bi rengekî giştî pêşmerge şer nekirîye ku dinava medyayên Kurdî ev daxuyanî bi navê min belavbûne, dîsan berîya çend rojên derbaz bûyî çapemanîyê carekdin belav kir ku Cemîl Bayik gotîye nabe çek bidin pêşmerge ji ber ku ew çek dikevin destê terorîstên Daişê ev gotin jî dûre ji hemû rastîyan. Di berdewamîya peyva xwe da Bayik got, bitenê axaftina min kirîye ewe ku çek hat dan bo hindek hêzan û wan jî bikar neînan û xistin destê terorîstan da, leşkerê Îraqê li Mûsilê şer nekir hemû çekê xwe kirin di destê terorîstên Daişê da, dîsan gelek welatan çek da opozîsyona Sûrîyê lê wan jî bikar neanîn û çekê xwe hemû teslîmî Daişê kirin, min ev tişta gotîye lê ew axiftina belavbû ye ku çek nedin destê pêşmerge çi caran min negotîye û nabêjim jî. Li dor wê yekê ku her berxwedaneka li başurê Kurdistanê bê kirin divê dibin sîya wezareta pêşmerge be, Bayik dîyar kir: me di daxuyanî yên xweda bi aşkere dîyar kirîye ku metirsîyek mezin li ser gelê me yê başur heye û em amadene destkeftên başur bi parêzin li hember terorîstên Daişê bihevre şer bikin, dîsa me dîyar kiribû bila desthilatek hevbeş bê cêkirin û hemû hêz dibin wê desthilatê da bin û bihevre li dijî rêxistina dewleta îslamî li Îraqê û Şam bisekinin. Li dor têklîyên herêma Kurdistanê û şandina petrolê jî hevserokê KCK ê xuya kir, weku dîyar pirsgirêka dinavbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda hene û dikarin çareser bikin ji ber ku qanûnên navdewletî hene û ev pirsa birêya danustandinê dê bên çareser kirin, ji ber ku hikûmeta herêmê petrolê berhemtîne û dixwaze bifroşe û ev mafê wane, kes nikare rê li pêşîya wan bigre ku petrola xwe bifroşin, dîsan hikûmeta herêmê dîyar dike ku ew dixwazin petrola xwe bifroşin û bo xizmeta gelê xwe bikarbînin, dîsan hikûmeta navendî jî dîyardike ku nabe bê îzna wan ev petrol bê firotin û li ser vê yekî pirsgirêk derketine. Navhatî li dor hikûmeta nûya ya Îraqê û ya bi serokatîya Heyder Ebadî cudbûna wê di gel hikûmeta Malikî û çareserkirina pirsgirêkan got: ji ber ku dinavbera hikûmeta Malikî û Kurdistanê da pirsgirêk peydabûn û piştî guhertina hikûmetê dikarin wan pirsgirêkan çareser bikin, lê ev yek jî li ser herdu hikûmetan dimîne, eger bixwazin pirsên xwe çareser bikin dikarin birêyên danustandinê çare biken, lê eger bitenê alîyek bixwaze ev pirs bên çareser kirin wê demê ew pirs nayên çareser kirin û her dê wekî xwe bimîne. Li dor arîşeyên navxwe yên hikûmeta navendî û metirsîya terorê û leşkerên wan yên ne rêxistî piştî hikûmeta nûya Îraqê ka dê çawa were çareser kirin, hevserokê KCK ê dibêje: pirsgirêkên Îraqê giranin û Îraq di dîroka xwe da nikaribû van pirsên xwe çareser bike û pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê û welatên cîran bihevre van pirsan çareser bikin, ji ber ku Îraq bixwe nikare pirsan care bike, pirsên welatê Îraqê ne bitenê yên navxwe ne belkî yên rojhilata navîn jî hene û bar giranî li ser Îraqê çêdikin, eger hêzên navdewletî alîkarîya wan nekin Îraq nikare çareser bike. Navhatî li dor beşdarîya Kurdan û dîyarkirina sê mehan ji bo hikûmeta Îraqê daku pirsên herêmê bêne çareser kirin jî dibêje: hikûmeta başur dikare biryara xwe bide û eger Kurdan dît hikûmeta navendî wan pirsan çareser nake, wê demê ku hatîye dîyarkirin bi dawî hat û pirs berdewam bûn wê demê dê kartêkirina xwe li ser Îraqê û Kurdistanê hebe ji ber ku hebûna pirsan û ne çarekirina wan dê rewşê berbi xerabîyê bibe û dîyarkirina 3 mehan bo hikûmeta Îraqê ji alîyê herêmê karekî dicîh dabû. Ji alyekê din ve û piştî ku li Tirkîyê hikûmeta nû hatîye pêkanîn û serok komarê nû destbikar bû dê pêvajoya aşîtîyê wê çawabe û divê derbarêda we çi hêvî hene Bayik got: heta niha neh caran agirbesta yek alî me pêşkêşkir, me girtî berdan û hêzên xwe vekêşand û şer rawestand ev pêngaveka mezin bû, ji bo wê bû ku pirsgirêkên sîyasî bên çareserkirin lê hikûmeta Tirkîyê heta niha pêngavek ne avêtîye ji bilî hindek pêngavên biçûk, ne ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, dîsa îro bûyerên ku li rojhilata navîn rûdidin dihêle ku Tirkîyê meseleyên sîyasî çareser bike lê li Tirkîyê li ser mesela Kurdan bi tenê mesela terorê heye ku hindek welat naxwazin Tirkîyê pêşbikeve û alîkarîya PKK dikin û wan jî got niha em xwe ji terorê di parêzîn, niha em li hîvîya peymanê mane yan dê peymanek bê avakirin û pirs bi rêya sîyasî bê çareserkirin yan jî şer dê bê destpêkirin û em amadene ji bo çareserîyê lê eger nebe em ji bo şer jî amadene, em dixwazîn şer nebe û pirs bên çareserkirin ji ber ku ji bo Kurdan û Tirkan jî başe eger şer çêbibe dibe bo Kurdan û Tirkan jî nebaşbe. Navhatî li ser şerê ji başur berbi bakurê kurdistanê aşkere kir: eger em şer bikin dê li bakur bikin û niha hêzên me li bakur wekî berê li hemû cîhan hene, demê me biryar da em şer rawestînin û me girtî berdan û Gerîlla paş vekşîyan, lê niha hêzên me wekî berê li hemû cîhan amadene. Cemîl Bayik dîyar kir jî, hikûmeta Tirkîyê gotî ye heta ku dawîya meha Eylûlê dê nexşe rêyek bê danan lê me çi pêzanîn li ser wê nexşe rêyê nînin û got: pêwîste dewlet di gel meda danustandinan bikin daku hayême ji vê nexşeyê hebe ji ber ku me nexşeya xwe heye û me belavkirîye li welatê Tirkîyê heta niha nexşeya xwe bo çî kesan aşkere nekirîye. Dîsan li ser şerê aşîtîyê got: em bawer dikin divî şerî da serbikevin û me herdem bi bawerîyê destpêkirîye û çi caran jî me hêvîyên xwe ne şikandîye û hîvîya me ewe ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Li gorî pirsa belavbûna peyama Abdulla Ocelan ewa di Newroza 2013ê de ragîhandîye û pêvajoya aşîtîyê û heyetên çûne Îmralî yê û ka Ocelan li ser vê rewşê çikas xwedan pêzanîne, Bayik got: Di Newroza 2013ê me peyameka dîrokî belav kir, serok Ocelan tiştên li ser rewşa niha baş dizane û cîhan hemû dizane ew pêngaveka serkeftî bû. Di berdewamîya peyvên xwe da li dor azadkirina Ocelan dîyarkir jî, azadkirina Ocelan girêdayî wê peymanê ye, niha em li hêvîya wê rawestîyane û di qonaxa praktîkî daye yan dê pêngavek bo peymanê bavêjin yan jî dê şer hilbijêrin ji ber ku azadkirina serok Apo jî girêdayî wê yekê ye, eger Tirkîyê bixwaze pirsgirêka Kurdan çarserbike divê şert û mercên serok Apo bên guhrîn, ji ber ku serok Apo pêngavên pêşketî havêtin û eger dewlet bixwaze Ocelan pêngavên nû pavêje divê mercên wî bên guherti. Kêfxweşîya xwe li dor pêkanîna hikûmeta nû ya Tirkîyê dîyar kir û got: hikûmeta nû ne gêrêdayê hilbijartinaye, ji berku berî niha AKP ê di got me asteng hene belê îro ew asteng nemane dirêya AKP ê da û niha bûye welat ji ber ku serok komar û hikûmet û perleman û mît hemû di destê wandaye û kes nîne li dijî wan derkeve, bitenê CHP ê û MHP ê mane û bêtir ji 70% ji gelê Tirkîyê dixwazin pirsgirêk çarebibe û kurd jî dixwazin ev pirs êdî bê careser kirin. Ji alyekîdin ve li dor rewşa Sûrîyê jî Bayik got: Daişê metirsîyeka mezine û êrîş dike ser her kesekî, dê Sûrîyê bikeve qonaxa nû û eger Amerîka bixwaze dikare hêzên Sûrîyê pêşbêxe daku li dijî Daişê rawestin, ji ber ku li Sûrîyê jî Daiş li dijî rejîmê û opozîsyonê û Kurdan şer dikin, eger Sûrîyê bixwaze hêzên Sûrî pêşbixe dê Sûrîyê bikeve qonaxeka nû. Li dor her sê kantonên rojavayê Kurdistanê hevserokê KCK ê got jî: heta niha ew kanton ji alîyê navdewletî ve bi fermî ne hatine naskirin û ev jî normale wekî çawa di salên destpêkê da civaka navdeweletî herêma Kurdistanê jî qebûl nekiribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday