Cemîl Bayik: Bila Tirkiyê bê Qendîlî kesî destê wan negirtiye

Cemîl Bayik: Bila Tirkiyê bê Qendîlî kesî destê wan negirtiye

WAAR_Duhok:

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên bo destwerdana Efrînê û gotinên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik li ser daxuyanîyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû, ‘Emê li serê Qendîlê rûnin’ got, ‘Dixwazin bila werin, ti kesî destê wan negirtiye.’

‘HATINA WAN XIZMETA GELÊ KURD DIKE’

Bayik ji televizyoneke nêzîkî PKKê re da xuyakirin: “Eger dewleta Tirkiyê bihêz bûya, ev şer nedikir. Diyar e lawaz e. Niha dixwazin bên, bila werin, ti kesî destê wan negirtiye. Eger werin dê ji bo wan bibe bîreke bêbinî. Hatina wan (bo Qendîlê) xizmeta gelê Kurd dike.”

‘HER TIM LI DIJÎ KURDAN OPERASYON TÊNE KIRIN’

Cemîl Bayik bal kişand ser ku li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan her tim operasyon têne kirin, ev operasyon hin caran mezin in û hin caran jî biçûk in, hin caran leşkerî ne hin caran jî siyasî ne, lê pirsgirêka Kurd bi înkarê çareser nabe.

‘KURD TI TIŞTEKÎ WINDA NAKIN’

Bayik daxuyaniyên Erdogan û Soylu bi bîr xistin û destnîşan kir, “Dibêjin emê biçin Qendîl û Şingalê li wan bidin. Ev rastiya siyaseta wan diyar dike. Lê ger werin ew dê derbeyê bixwin. Kurd ti tiştekî winda nakin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday