Cemîl Bayik: bila Amerîka û Yekîtîya Awrupa PKK ê ji lista terorê derbixin

Cemîl Bayik: bila Amerîka û Yekîtîya Awrupa PKK ê ji lista terorê derbixin

Waar –Duhok:

Cemîl Bayik diyar dike ku PKK li dijî DAIŞ’ê şerekî berfireh dimeşîne û welatên li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer dikin çawa hişta destûrê didin ku PKK di lîsteya terorê de bimîne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji Radyoya Dewletê ya Swêdê (Sr) re axivî û nerazîbûn nîşanî lîsteya ku PKK û çeteyên DAIŞ’ê di heman lîsteyê de cih digirin, da û got ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Nûçegihana Radyoya Dewletê ya Swêdê, Katja Magnusson çû Qendîlê û bi Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik re hevdîtin kir.  Rojnameger Katja çavderêriyên xwe bi bernameyek ser navê ‘PKK naxwaze wek terorîst bê binavkirin’ ji raya giştî re ragihand.

Katja Magnusson diyar kir ku PKK dixwaze mora rêxistina terorîstiyê ya li wan hatiye xistin li ber çavan bê derbaskirin û got: “Beşekî gerîlayan hem li Iraq û hem jî li Surîyê li dijî DAIŞ’ê bi DYA û hevpeymanan re li heman eniyan şer dikin. Lê dewleta Tirk hem PKK û hem jî DAIŞ’ê di heman lîstreya terorê de dibîne.”

Di nûçeyê de hat gotin ku li Çiyayê Qendîlê ku bi berfê hatine xemilandin gorên nû hene û  di navan goran de gerîlayên PKK’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine hene û got: “Ji bihara 2013’an heta niha li Tirkiyeyê agirbest didome. Lê niha PKK li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞ’ê şer dike. DYA’yê ji hewayî ve piştgirî da gerîlayan û li Kobanê jî Dewleta Îslamî bombebaran dike.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday