Çêkirina doşava tiriyê reş dest pê kir

Çêkirina doşava tiriyê reş dest pê kir

WAAR_Duhok:

Li Rihayê rê û rêbazên siruştî yên çêkirina doşavê dest pê kir.

Karkerên çandiniyê serê sibê ketin bax û baxçeyan û tirî berhev kirin û bi traktoran va sepetên tiriyan dibin cihê ku lê dikutin. Tirî pêşiyê tên şûştin, paşê dixin çewalan û di cirnên kevir da tên kutan, xaliya spî ya herêmê pê wer dikin û ava wan derdixin.

Şîre di qazanên paxir ên mezin da li ser agirê êzingan tê kelandin, paşê berdidin tebsî û qaban û li ser baniyan didin ber tavê. Nêzî 2 rojan li ber tavê dimîne û dibe doşav.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday