Cebelêtariqê keştîya Îranê azadkir

Cebelêtariqê keştîya Îranê azadkir

WAAR_Duhok:

Keştîya Îranê ya ku Cebelêtariqê dest dabû ser piştî biryara berdanê ya Dadgeha Bilind a Cebelêtariqê dîsa derket rê.

Li gor agahîyên rojnameya herêmî tankera Îranê ya navê wê “Grace 1” bû û guherandin kirin “Adrian Darya 1”, duh bi şev li gor saeta herêmî di 23.30yî da ji Cebelêtariqê derket û berê xwe da Behra Sipî.

Hikûmeta Cebelêtarîqê duh di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku daxwaza Amerîkayê ya ji bo tankera bi Mihafizên Şoreşa Îranê ra têkildar e were girtin paşda zivirandine.

Rêveberiya Xweser a Cebelêtariqê ya girêdayî Îngiltereyê di 4ê tîrmehê da bi hinceta ambargoya li ser Sûriyeyê binpê dike, dest dabû ser tankera Îranê.

Babetên bi vê mijarêve girêday