Çalekîyên Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDPê li hemberî tayînkirina qeyyuman berdewam dikin

Çalekîyên Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDPê li hemberî tayînkirina qeyyuman berdewam dikin

WAAR_Amed:

Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP’ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin.

Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Wezîrê navxwe di 19ê Tebaxê de qeyyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Piştî tayînkirina qeyyûm û ji durxistina Hevşaredaran, bertek û nerazabûna li dijî tayînkirina qeyyûman zêde dibe.

Çalakiya rûniştinê di bin dorpêça polîsan de hat kirin. Pışti 2 sîetên çalekîye li ser nawe HDPê parlementera HDPê ya Colemergê Leyla Gûvenê daxuyanî xwen û wiha axivî: “Ev çend rojin li Amedê li Wanê li Merdinê ew disa darbeyeke li hemberi iradeya gelî kurd pêk hatî. Geli kurd li hemberî vê darbeyî li ser pêyane. Li her qadê niha berxwedan heye. Em hewceyî yêkitî û itifaka Kurdane. Bi pêşektiya gelême li çar parça gere em bibin ruhek, em bibin yêk û li hemberî van politiyana em li berxwebidin.”

Ji aliyê din ve Guvenê di dawîya axaftina xwe de bi Tirkî bang li serokê herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî kir û got: “Em ji birêz Barzanî dixwazin ku bila xwedî helwest be. Ji ber ku em gelên kurd di demên burî de me çi êş kişandibe ji ber bê tifaqîyê ye. Em disa bang dikîn em li hemberî van politikayên qirêj bibin yêk.”

Piştî daxuyanîye girse di bin kontrola polîsan de belav bûn li hinek cih polîsan dîsa jibo sedema meş û diruşma mudaxele kir. Parlementeran pişti girse belav bû ew gelaşên kolana protesto hatî kirin de paqij kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday