Çaksazî li herêma Kurdistanê

Diktor Ehmed Safar
Ragirê kolêja kargêrî û aborî– Zaxo

Berî dest bi babeta girêdayî bi çaksazî û ew pêngavên pêdvî ji bo dest pêkirina çaksazîyan, eger em kurtyekê bidin rewşa Kurdistanê piştî serhildana 1991ê, dê bibînîn ew kawdanên necîgir ku Kurdistan di van 25 salan teda derbas bûye, ji milmilana sîyasî û şerê birakujî bigre heta destêwerdanên dewlî û yên welatên îqlîmî, ew delîve nedaye, ku desthilata Kurdî li gorî sîstemekî aborî û darayî yê standard kar bike. Sîstemek ku bikaribe di gel rewşa nû yên hatîne pêş ji alîyê aborî, îdarî, civakî û sîyasî xwe biguncîne. Belku her maye li ser wî sîstemê kevin yên hikûmeta merkezî ku hêşta berî cîhanîbûnê (Globalization) hatibû dariştin.

Dîsan çi sîyasetên darayî û aborî nehatine bikar anîn ku mifayê ji saman û serwetên Kurdistanê werbigrin û jêrxana aborî (Inifrastracture) bi hêz bixin. Çunkî geşepêdana aborî û bilind kirina astê jîyanê, li ser jêrxaneka bi hêz ya aborî peyda dibe. Ew karê di van çend salan da , dihate encamdan, karekî ne rêxistî û bê plan û ne li ser şengistên zanistî bû. Ev jî bûye egera berbelavbuna gendelîyê roj bi rojê. Wek em dibînîn gendelî dîyardika gelek pêşçave li welatên paşketî û piranîya welatên rojhilata navîn û Îraq û Kurdistanî jî, bixwe ve digre. Li van welatan desthilat bi xwe piştevanîya gendelîyê dike û rê û zemînê bo xweş dike.
Eger em bên ser rewşa Kurdistanê jivî alîyan ve binerin, dê bibînin çend corên gendelîyê hene:

– Gendelîya îdarî, ku bêtirîya desthilatdarên Kurdistanê, desthilata xwe ji bo berjewendîya kesî û eşîretî û hizbî bikar tînin û berjewendîya giştî û netewayetî û nîştimanî pişt guh xistîye.

– Gendelîya aborî, her tenderek hatibe ucudî, delîve nedaye ku minafise bi şêwazekê rast û dadperwerane dirust bibe belku ji alîyê hindek kesan û kompanîyan ya hatîye kontrol kirin.

– Gendelîya civakî, dadperwerîya civakî û yeksanî nehatîye bicîh kirin û cûdahîya dinavbera çîna zengîn û feqîran, roj bi rojê di zêde bûnê daye. Eger bi zimanê data bi axivin, dê bibînîn, ew dahatî ji (2003 heta 2014) bo herêma Kurdistanê hatî ye, eger bi dadperwerane dabeş biba, da rewşa Kurdistanê gelek ji niha cuda biba.

– Ya ji hemîyan metirsîdartir, gendelîya sîyasî ye ku dayika hemî gendelîyane. Partîyên sîyasî di van salanda, hemî hewla wan ew bû, kontrola samanê giştî biken bo berjewendîya partîyatî heta eger dijî berjewendîya neteweyî be.

Lewma niha em yê di qonaxekê da ku pêdvîye reform bêne encamdan, pêngavên pratîkî û cîddî bên avêtin û ev rewş çareser bibe ji bo vê çendê:
– Reforma îdarî û profesyonel dest pê bike, ewê îdarî dike pêdvîye pîspor û taybetmend be. Li Kurdistanê gelek ya berbelave, kesek li cihekî kar bike ku hîç peywendî bi pisporîya wî ve nebe. Pêdvîye îdare bê guhrîn û li ser binemayê pisporîyê be, bo vê çendê jî pêdvîye îradeyeka bi hêz hebe û qorbanî bi peywedîyên hevalînî û eşîretîyê biden.

– Pêdvîye hindek yasayên nû yên ji parlementoyê derbiçin û yasayîn bihêz û heta bo maweyekê kêm di infî bin. Wek hindek welatên Awropa şerqî, bo nimune hindek yasa derxistin, her kesê pêgîrîyê bi yasaya hatin û çûnê neke, dê werin îdam kirin…piştî demekî kir zindana heta hetayî … lê niha ew yasa ya rakirin, çunkî pêgîrî bi yasayê hatin û çûnê ya bibû kultur li cem wan.

– Pêdvîye nav mala Kurdî bêne rêxistin. Di herêmeka biçûk, hebûna van hemî partî û alîyên sîyasî û girêdana wan bi welatên eqlîmî ku piranîya wan dijminê Kurdan û wê ezmuna Kurdistanê ne, bûye egera qeyran û pirsgirêkan.

– Ektîf kirina kertê taybet (çandin, geşt û guzar, bazirganî, petrol), li ser binemayekê zanistî û bi dîrase û mifa wergirtin ji teknolojîya nû . Pêdvîye rê bên xweşkirin bo hemî takên vî welatî, ku mifa ji samanê siruştî û mirovî ku li Kurdistanê heye werbigrin. Niha ji her 5 kesan dû jê karmendin. Ku wata ew karê bi dû kesan tê kirin deh kes yê encam didin, ev jî corekî bêkarîya veşartîye ku bargiranîyeke li ser milên kertê giştî. Bi ektîf kirina kertê taybet ev bargiranî namîne.

Lê ya ji hemî xalan girîngtir ewe, ku îradeka bi hêz hebe ku bi wêrane van pêngavan li gorî plan û dîraset û vexandinên zanistî bavêje û paşeroja xelkê Kurdistanê garantî bike. Li gorî amarên berdest, 693000 kes li Kurdistanê dewamê dikin, lê yek mîlyon û çarsed hezar kes mûçe werdigrin, li van çend mehên çune, hikûmeta Kurdistanê, li şuna bê û muçê wan kesên bi hîç karekî bikin nehêle, muçê wan karmend û mamostayên bi dilsozî kar dikin, bi nîvî kir. Ku ev kartêkirineka xerab heye. Bo derbas bûna ji vê qonaxê, em dişên mifayê ji ezmunên welatên bîyanî werbigrin, bo nimune Sengafur şîya ji welatekê gendel û bê plan xwe bighîne rêza yekê ji welatên saxlem ji alîyê îdarî, aborî û sîyasî û astê jîyana welatîyên xwe bighîne bilindtirîn ast li gorî standarda cîhanî. Yan Nurkîya heta sala 2000, dihat hijmartin yek ji welatên ku bêtirîya pêdawîstîyên xwe ji welatên din dabîn dikirin, lê bi sîyasetaka aborî û îdarîya dirust, niha bi tenê berhemên xwe yên çandinîyê bo 191 welatan dişîne.
Ez bawer nakim Kurdekê dilsoz hebe ku xewnê bi dirust bûna dewleta Kurdî nebîne, dewleta Kurdî xewna niha û xewna kevin ya her takekê Kurde. Lê çi mifa di wê dewletê da dê hebe ku bi nesaxî ji dayik bibe û hemî şîyan bo salên dirêj bo çareserîya wê bên mezaxtin. Bo hindê ku me dewletek hebe ku welatî têda bi asudeyî bijîn, pêdvîye qonaxa çaksazîyan bê dest pêkirin. Çaksazî jî wek me daye xuya kirin ne ya asane proseseka dom û dirêje û bi salan vedikêşe, lê ya mumkine bi mercekî ku ew îrade hebe, û pêngavên pratîkî bên avêtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday